Li Şaredariya Şîleyê operasyona duyem, 22 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Şîleyê ya Stenbolê de pêla duyem a operasyonan hat kirin û derbarê 23 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Tîmên Şaxa Tawanên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê, di bin koordînyasyona Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, îro danê sibehê li dijî Şaredariya Şîleyê pêla duyem a operasyonan da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirina 23 kesan hat dayîn.
Beriya niha 10ê Tîrmehê jî di çarçoveya heman lêpirsînê de operasyonek hatibû kirin.
Di wê operasyonê de bi îdiayên wekî "avakirin rêxistina sûc", "bikaranîna wezîfeyê ji bo karên neyasayî", "bertîl" û "sextekariya di îhaleyan de” Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi jî di nav de 6 kes hatibûn desteserkirin û paşê dadgehê biryara girtina wan dabû.
22 kes hatin desteserkirin
Rayedaran diyar kir ku yek ji wan kesên ku îro derbarê wî de biryara desteserkirinê hatiye dayîn, ji ber dosyeyeke din jixwe girtî ye.
Polîsan di operasyonê de 22 kesên din desteserkirin.
Hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê didome.