Sancar: Wezareta Dadê bi berfirehî dixebite

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar ragihand ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê derbarê pêvajoyê bi berfirehî dixebite.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ziyaret kir.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîq Ozgur Erol pêk tê îro li Enqereyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya.

Di civînê de xebatên hiqûqî yên têkildarî pêvajoya nû hatin gotûbêjkirin.

Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar piştî civînê daxuyanî da û diyar kir ku li gel pirsgirêkên girtiyên nexweş, gavên hiqûqî yên pêwîst ên ji bo pêvajoya aştiyê gotûbêj kirine û xebatên wezaretê jî di vî warî de hene.

"Me pêşniyarên xwe pêşkêş kirin"

Mîthat Sancar derbarê naveroka civînê de ev agahî dan:

“Me pirsgirêkên dad û hiqûqê yên di rojevê de nirxandin. Bê guman, me li ser sererastkirinên hiqûqî yên girêdayî pêvajoya ku dimeşe jî dan û standin kir.

Me hem derbarê amadekariyên wan agahî wergirtin û hem jî pêşniyarên xwe pêşkêş kirin."

"Wezaret di ferqa berpirsyariya xwe de ye"

Sancar destnîşan kir ku aştî tenê bi dadmendiyê pêk tê û wiha pê de çû:

"Aştî, tenê li ser bingeha dadê û bi garantiya hiqûqî dikare mayînde bibe.

Birêz Wezîr û ekîba wî jî dibêjin ku ji vî alî ve rol û berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê Wezareta Dadê.

Ew di ferqa vê yekê de ne. Di gelek mijaran de xebat berdewam dikin."