Serokê eşîreta Ertoşiyan kurê xwe da ber guleyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Eşîra Ertoşiyan Îskender Ertuş li Enqereyê bi çekê êrişî kurê xwe kir û ew birîndar kir.

Îskender Ertuşê ku piştî bûyerê hatibû desteserkirin, piştî îfadeyê hat berdan.

Serokê Eşîra Ertoşiyan a Wanê Îskender Ertuş doh êvarî li navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê çû mala kurê xwe Hadî Îskender ê ku ji hevjîna wî ya duyem e.

Li gorî agahiyan, li wê derê di navbera bav û kur de ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn nîqaş derketiye.

Rakirin nexweşxaneyê

Piştî ku nîqaş mezin bûye, Îskender Ertuş bi çekê gule berdane kurê xwe Hadî Îskender.

Li ser agahdarkirina cîranan, gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hadî Îskender ji lingên xwe birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew rakir nexweşxaneyê.

Piştî îfadeyê hat berdan

Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê Îskender Ertuş desteser kir.

Hat ragihandin ku piştî wergirtina îfadeyan ên li birêvebiriya ewlehiyê, Ertuş hatiye berdan.

Tedawiya Hadî Îskender li nexweşxaneyê berdewam dike.

Îskender Ertuş kî ye?

Îskender Ertuş sala 1955an li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayîk bûye.

Bavê wî Mehmûd Ertuş sala 1979an mir û ew li ser daxwaza rîspiyên eşîrê bû serokê Eşîra Ertoşiyan.

Eşîra Ertoşiyan li parêzgehên Wan, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih û Amedê belav bûye û wekî yek ji wan eşîrên ku li herêmê destpêkê sîstema cerdevaniyê qebûl kiriye tê naskirin.

Îskender Ertuş bi guherîna partiyan balê dikişîne û di nava 23 salan de di 5 partiyên cuda de siyaset kiriye.

Ertuş mehên borî careke din tevlî AK Partiyê bûbû.

Di demên cuda de Hevserokê HDPyê yê wê demê Selahattîn Demîrtaş, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu rozetên partiyan pê ve kirine.