Akşener: Desthilat dixwaze bi rêya Kabaş û Aksu opozisyonê bitirsîne

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener derbarê girtina rojnamevan Sedef Kabaş û hedef nîşandana hunermenda navdar a Tirk Sezen Aksu de got: “Armanca wan tirsandina opozîsyonê ye.”

Rojnamevan Sedef Kabaş bi hinceta heqaret li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye hat girtin û hunermenda navdar a Tirk Sezen Aksu jî bi hinceta di stranên xwe de heqaret li Adem û Hewa kiriye hedef hat nîşandan û gefa kuştinê lê hat xwarin.

Meral Akşener ji medyaya Tirkiyê re da zanîn ku desthilat dixwaze bi vê rêyê opozisyonê bitirsîne û got: “Desthilat zextê li hemû kesan dike. Siyaseteke zextê ya giştî dimeşîne. Dixwaze opozîsyonê bêdeng bike. Ji ber ku jinan bêhêz û bêqîmet dibîne bi awayekî bêrehm zextê li wan dike. Lê têk diçin. Dema sindoq were pêş gel, zanin ku dê biçin. Ji ber vê yekê dizanin, dixwazin tirsê belav bikin. Desthilat dixwaze her kesî bitirsîne. Di destê wan de hêza dewletê heye. Hiqûq jî nehiştin. Opozîyon û mirovên li dijî xwe ditirsînin. Armanca wan ji ser Sezen Aksu û Sedef Kabaş xelkê, opozîsyonê û dengderan bitirsînin.”

Meral Akşener, derbarê gotinên Sekreterê ÎYÎ Partiyê Ugur Poyraz de jî ku gotibû “Divê HDP bê girtin” got: “Poyraz gotinên xwe zelal kirin. Wî xwest bibêje, eger derbarê HDPê de biryara girtinê bê dayîn, wê demê aktorên ku ew pêvajo bi HDPê re meşandin jî, divê bên darizandin. HDPê ev pêvajo bi tena serê xwe nemeşand, bi desthilatê re meşand.”