Bahçelî: Divê KCK xwe fesix bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û behsa pêvajoya aştiyê kir.

Bahçelî bal kişand ser banga 27ê Sibata 2025an û got, “Ev bang çawa ku PKKyê eleqedar dike, KCKyê jî girê dide. Divê demildest dawî li avahiya jorîn a rêxistinê were anîn.”

Devlet Bahçelî diyar kir ku divê pêkanîna qeyûman ji nû ve were nirxandin.

Bahçelî her wiha ragihand ku li hemberî bipêşketinên navxwe û derve divê Tirkiye di nav yekîtiyê de tevbigere.

“Dema derve dikele divê em li hundir bibin yek”

Serokê MHPyê Bahçelî beşeke girîng a axaftina xwe ji pêvajoya aştiyê re veqetand û amade bi xebatên Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Bahçelî bi bîr anî ku komîsyonê 20 civîn kirine, nêrîna 137 kes û saziyan wergirtiye û rapor bi dengê 47 endaman hatiye qebûlkirin.

Bahçelî got, “Komîsyonê bi rola dîrokî ya ku girtiye ser xwe tabû hilweşandin.”

Bahçelî her wiha destnîşan kir ku piştî yekîneyên ewlehiyê teyîd bikin ku çek hatine danîn û rêxistin hatiye fesixkirin, rêkarên yasayî dikarin werin rojevê.

Serokê Giştî yê MHPyê wiha got, “Bêyî ku rê bi têgihaştina efû û bêcezahiştinê bê dayîn, divê çarçoveya rêkarên yasayî were xêzkirin.”

Banga li KCKyê

Devlet Bahçelî di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser KCKyê û got:

“Di hedefa Tirkiyeya bê teror de banga PKKyê ya 27ê Sibata 2025an xwedî bandoreke girîng e.

Ev bang bi heman awayî KCKyê jî girê dide. Divê demildest dawî li avahiya jorîn a rêxistinê were anîn.”

Bahçelî her wiha got, “Tirk çi be Kurd jî ew e, Kurd çi be Tirk jî ew e” û tekezî li ser welatîbûna wekhev kir.

Peyama li ser qeyûman

Bahçelî li ser mijara qeyûman jî nirxandineke balkêş kir.

Bahçelî diyar kir ku ewlehiya Tirkiyeyê pêşaniya wan e û got:

“Divê em ji Enqereyê li rûyê erdê binêrin. Ewlehiya Enqere û Tirkiyeyê hesasiyeta me ya herî bilind e.”

Bahçelî diyar kir ku mijara qeyûman dikare ji nû ve were nirxandin û ev gotinên wî di çarçoveya nîqaşên pêvajoyê de wekî peyameke nû hatin şîrovekirin.

“Rihê avaker ê Komara Tirkiyeyê baqî ye”

Bahçelî bal kişand ser taybetmendiyên bingehîn ên komarê û got ku avahiya dewleta unîter, rastiya miletê Tirk û prensîba dewleta laîk nakevin nîqaşê.

Bahçelî got, “Paytexta me Enqere ye, zimanê me Tirkî ye, alaya me alaya sor a bi hîv û stêrk e.

Vegera ji vê tune. Ruhê avaker ê komarê û hiqûqa serweriyê her dem baqî ye.”

Hişyariya krîza herêmî

Di beşa dawî ya axaftina xwe de Bahçelî behsa bipêşketinîn herêmî kir û bal kişand ser aloziya Amerîka û Îranê.

Bahçelî tekez kir ku anîna leşkeran a Amerîkayê mezinahiya metirsiyê nîşan dide û got, “Êrişa Amerîkayê ya li Îranê dê eyarê cografyayê xera bike.”

Serokê MHPyê destnîşan kir ku aloziya li Rojhilata Navîn ji bo Tirkiyeyê rîsk e û got, “Dema li derve şewat hebe divê em li hundir zêdetir hev bigirin.”