Cengîz Çandar: Gelê Kurd piştgiriyê dide pêvajoyê lê hîn jê bawer nake

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz  Çandar, rapora Komîsyonê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin û pêvajoya nû ji Rûdawê re nirxandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz  Çandar, beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoya li Enqereyê û rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê bersivandin.

Cengîz  Çandar got, "Gelê Kurd piştgiriyê dide pêvajoyê lê di navbera piştgirî û baweriyê de valahiyek heye.

Ji bo avakirina baweriyê divê gavên şênber bên avêtin, wekî berdana Demîrtaş û vekişandina qeyûman."

 “Rapora parlamentoyê serkeftineke dîrokî ye”

Cengîz  Çandar bal kişand ser girîngiya rapora ku di bin banê parlamentoyê de hatiye amadekirin û diyar kir ku ev yek di rêya çareseriya Pirsgirêka Kurdan de destpêkek e û got:

“Rapor bi serê xwe gelekî girîng e, ji ber ku Parlamentoya Tirkiyeyê cara ewil metnek derxist holê ku hemû partiyên mezin li ser li hev kirine.

Qebûlkirina wê ya bi dengên 47 endaman (ji 50 endaman) serkeftinek e.

Lê ev ne çareseriya her tiştî ye, heta ne destpêka çareseriya Pirsgirêka Kurdan e jî.

Ev tenê nexşerêyek e ji bo bidawîanîna şer û gavên ku piştî wê bên avêtin.”

“Statuya Ocalan û têkiliya bi derve re”

Cengîz  Çandar li ser balkişandina Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li ser “statuyê” ya ji bo Abdullah Ocalan axivî û îşaret bi pêvajoya hiqûqî kir:

“Ocalan niha wekî hukimxwarekî mûebeda girankirî li Îmraliyê ye lê Bahçelî jî qebûl kir ku bêyî Ocalan ev pêvajo nameşe.

Mebesta Bahçelî ya ji statuyê ew e ku Ocalan karibe bi cîhana derve re pêwendiyê deyne, bi medya û çapemeniyê re hevdîtinan bike û rasterast bi rêxistina xwe re diyalogê deyne.

Her wiha divê mijara ‘Mafê Hêviyê’ (îhtimala ku rojekê serbest bimîne) ya ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 2014an de cih digire, li ser zemîneke yasayî were rûniştandin.

Bahçelî got ku divê ev nîqaş bi dilsozî were kirin û fîtîla gaveke nû vêxist.”

“Ji bo qeyûman û Demîrtaş pêdivî bi yasaya nû nîne”

Çandar bangên Bahçelî yên “Bila her du Ehmed (Ahmet Turk û Ehmed Ozer) vegerin ser karê xwe” û “Bila biryarên DMMEyê werin bicihanîn” bi bîr anîn û got ku ji bo van gavan pêdivî bi guherîna yasayî nîne û wiha axivî:

“Ji bo ku Ahmet Turk û Ahmet Ozer vegerin ser wezîfeya xwe qanûneke nû ne lazim e, tenê vekişandina qeyûman bes e.

Bi heman awayî girtina Selahattîn Demîrtaş a 9 salan li dijî destûrê ye.

Li gorî Madeya 90î ya Destûrê, bicihanîna biryarên DMMEyê mecbûrî ye.

Eger Tirkiye li gorî destûra xwe tevbigeriya divê Demîrtaş ji zû de derketa.”

“Bahçelî lokomotîv e lê gotina dawî ya Erdogan e”

Cengîz Çandar behsa mîmariya siyasî ya pêvajoyê kir û diyar kir ku Devlet Bahçelî “lokomotîva” pêvajoyê ye lê di pergala serokatiyê de biryara dawî di destê Serokkomar Erdogan de ye û got:

“Yê ku pêvajo da destpêkirin Bahçelî ye, Numan Kurtulmuş jî îro ew ziyaret kir û bal kişand ser vê rolê.

Lê ji bo encamên şênber divê Tayyîp Erdogan jî îradeyeke bi heman hêzê nîşan bide.

Erdogan dibêje ku ew alîgirê pêvajoyê ye lê me hîn heman hevokên Bahçelî ji wî nebihîstine.

Bersiva pirsa ‘Çima gavên şênber nayên avêtin?’ di wî wextî de veşartî ye ku di serê Birêz Erdogan de ye.”

“Gelê Kurd dixwaze bawer bike”

Çandar nêzîkatiya gelê Kurd a li hemberî pêvajoyê bi gotinên “Piştgirî heye lê bawerî tune” kurt kir û diyar kir ku rizaya civakî dikare bi gavên sembolîk were bidestxistin û berdewam kir:

“Gelê Kurd dixwaze ev pêvajo bi awayekî erênî bi pêş bikeve lê li hemberî aktoran bêbaweriyeke cidî heye.

Çareserkirina meseleya qeyûman û rewşa Selahattîn Demîrtaş, ji bo avakirina vê hesta baweriyê bendên herî krîtîk in.

Eger ev gav bên avêtin gelê Kurd dê bi temamî baweriya xwe bi pêvajoyê bîne.”