Kurtulmuş û Hevserokên DEM Partiyê civiyan: Pêvajo didome
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li parlamentoyê Hevserokên Partiya DEM Partiyê ziyaret kirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş piştî bidawîbûna xebatên Komîsyonê û amadekirina rapora hevpar ziyaretên partiyên siyasî didomîne.
Di çarçoveya pêvajoya nû de Numan Kurtulmuş li parlamentoyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ziyaret kirin.
Seroka Wekîl a Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temelî jî di hevdîtinê de amade bûn.
Civîn nîv demjimêrê ajot û piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn.
Kurtulmuş: Em paş ve gav navêjin
Numan Kurtulmuş ji bo piştgiriya ku daye Komîsyonê spasiya DEM Partiyê kir.
Kurtulmuş diyar kir ku wan serdemeke krîtîk derbas kiriye û got:
“Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan ku pirsgirêka herî kûr a Tirkiyeyê ye me serdemeke krîtîk derbas kir.
Ji bo ew mesele çareser bibe ya herî girîng jidilbûna aliyan a bi hev re ye.
Hem berdana çekan û hem xwefesixkirina rêxistinê û hem jî ji bo endamên rêxistinê yên ku çekan datînin tevlî civakê bibin divê xebat bi awayekî baş bên kirin.
Tirkiye ti caran paş ve venagere. Em hatine asteke ku nêzîkî çareseriyê ne. Di vir de em paş ve gav navêjin.”
Kurtulmuş destnîşan kir ku rapor ne encama dawî ye û got:
“Rapor helbet ne dawîbûn e. Ji bo avêtina gavan destpêk e. Komîsyonê û partiyên tevlî komîsyonê bûne berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anîne.”
Bakirhan: Bila gel du cejnan bi hev re pîroz bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku wan hevdîtineke baş bi Serokê Parlamentoyê re kiriye.
Bakirhan bal kişand ser girîngiya raporê û got:
“Rapor girîng bû. Di raporê de xalên me li ser li hev kiribû jî hebûn û xalên em cuda difikirîn jî hebûn.
Li Tirkiyeyê cara yekemîn 5 partiyên cuda li parlamentoyê li ser raporeke li hev kirin. Berpirsyariya me hemûyan ew e ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Tuncer Bakirhan anî zimên ku Rojhilata Navîn bûye qada agir û got, “Çareseriya Pirsgirêka Kurdan ne dema niha, xilasiya paşeroja sed salên Tirkiyeyê ye.”
Bakirhan xwest ku gavên şênber bên avêtin û wiha axivî:
“Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan divê zû qanûn bên derxistin.
Lê ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û bidawîkirina sepana qeyûman ne hewceyî qanûnan e.
Dikarin beriya cejnê vê yekê bikin da ku gel du cejnan bi hev re pîroz bike.”