Peyama nû ya Ocalan dê were xwendin: Ocalan dê çi bibêje?
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê û endamên Şandeya Îmraliyê, dê 27ê Sibatê daxuyaniyekê bidin.
Tê çaverêkirin ku di daxuyaniyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan a derbarê pêvajoyê de jî were xwendin.
Li gorî nûçeya MAyê Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dê bi endamên Şandeya Îmraliyê re civîneke rojnamegeriyê li dar bixin.
Ev civîn bi helkefta salvegera “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” tê lidarxistin.
Civîn li Enqereyê ye
Civîn dê li Enqereyê saet 11:00an dest pê bike û dê peyama nû ya Abdullah Ocalan a derbarê pêvajoyê de were xwendin.
Hat diyarkirin ku dê di bernameyê de pêvajoya salekê û mijara "tiştên ku divê di qonaxa duyemîn de werin kirin" bê nirxandin.
Ew mijarên ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de qala wan kiribû, dê bibin rojeva sereke ya civînê.
Gelek mêvan hatine vexwendin
Her wiha tê çaverêkirin ku ji saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran gelek kes beşdarî vê daxuyaniyê bibin.