Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê: Vekişîna leşkeran ne raste

24-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Duh di çapemeniya Tirkiyê de hat belavkirin ku hêzên artêşa Tirkiyê yên li ser sînor paşde vegeriyane. Li ser vê yekê wezîrê parastinê yê Tirkiyê diyar kir ku vekişîna leşkeran ne raste.

Duh Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) ya Tirkiyê di nûçeyeke xwe de belav kir ku piştî agirbest ji aliyê PKKê ve hat ragihandin û artêşa Tirkiyê jî bi awayekî zimnî ev agirbest qebûl kir, hêzên artêşa Tirkiyê yên ku ji bo şerê li dijî PKKê li ser sînorê bakûr û başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin, paşde vedikişin.

Li gorî nûçeyê, di wê çarçoveyê de duh (23.04.2013) beşek ji hêzên taybet ên ku li deverên sînorî yên bajarê Şirnexê yê bakûrê Kurdistanê hatibûn bicîhkirin, paşde vegeriyan.


Li ser îdiayên vekişîna leşkeran, wezîrê parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz diyar kir ku vekişîna yekîneyên me ne raste. Yilmaz wiha got: “Vekişîna leşkeran ne raste. Li ser rûpîvana 780 metre kareyê hêzên ewlekariyê li her derê hene û çi pêwîst bike, tê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst