RAPOR - Li Tirkiyê rewşa zarokan
Hewlêr (Rûdaw) – Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Hîndekariyê (Egitim-Sen) li Tirkiyê derbarê rewşa zarokan de raporek belav kir û ragihand, ku di nava 10 salên borî de tawanên li dijî zarokan 3 car zêde bûye. herwiha rapor dibêje, li Tirkiyê hejmara zarokên karker gihiştiye 2 milyon kesan.
Egitim-Senê bi boneya 23ê Nîsanê Roja Zarokan bi navê “Zarokên me û rastiyên me” raporek belav kir.
Perwerde û destdirêjiya ser zarokan
Rapor cîh dide daneyên Wezareta Perwerdeyê û eşkere dike, ku zarokên keç ên nikarin herin dibistanan % 97,4ê wan ji ber zawaca zû nikarin xwendina xwe berdewam bikin.
Rapor dibêje bi yasa û rêziknameyan ser û bejnûbala zarokan piştî 9 salî di dibistanan de tê dapoşîn û ev yek jî binpêkirina mafên zarokan e.
Rapor radigihîne, ku li gorî amarên Wezareta Dadê li Tirkiyê dozen derbarê destdirêjiya li ser zarokan di nava 10 salên borî de 3 qat wate 3 caran zêde bûye.
Saziya Amarên Tirkiyê TUIK jî radigihîne, ku di 10 salên derbasbûyî de 482 hezar 908 zarokên keç hatine zawicandin, ku piraniya wan jî mehra xwe bi zewaca mela kirine.
Herwiha di nava 6 salan de 142 hezar 298 zaokên keç bûne dayik.
Rapor dibêje, Tirkiye di lîsteya binpêkirinên li dijî zarokan a cîhanê de di rêzbenda 3yemîn de ye. Ji her 6 kurikan yek jê rastê destdirêjiyê tê. Ji %70yê wan jî ji 11 salî biçûktir in.
Li gorî amarên TUIKê hejmara qurbaniyên tawanên li dijî zarokan zêdetirî 122 hezar kesan in. Ji%10ê wan qurbaniyan jî yên destdirêjiya seksî ne.
Li gorî amarên Wezareta Dadê jî her sal nêzîkî 8 hezar zarok rastê destdirêjiya seksî dibin.
Li gorî rapora sala 2015ê ya ECPATê jî Tirkiye yek ji wan welatan e, ku herî zêde tundiya zayendî lê çêdibe ku %46ê wan tawanan li hember zarokan tên kirin. Herwiha di bazirganiya mirovan û zewaca di temeneke zarok de, li gorî Endeksa Koletî ya Cîhanê, Tirkiye li seranserê Ewropayê di rêzbenda yekemîn de ye.
Rapor radigihîne, ku tenê di her sê mehên 2018ê de, 446 bûyerên destdirêjiya li ser zarokan di çapemeniyê de bûne nûçe.
Zarokên penaberan û zarokên karker
Li gorî raporê di navbera salên 2009 û 2017ê de 68 zarok bi awayeke bi guman canê xwe ji dest dane.
Herwiha li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan di 3 salên borî de ji ber îşkenceya li ser zarokan 18 doz hatine vekirin.
Rapor dibêje niha li Tirkiyê 700 zarok bi tevê dayikên xwe di girtîgehê de ne.
Egitim-Sen di rapora xwe de dide zanîn, ku li Tirkiyê 850 hezar zarokên Sûriyeyî hene û ji wan 380 hezar zarok nikarin herin dibistanan.
Rapor dibêje, “Eva hejmar tenê ji bo zarokên ku di amaran de hatine tomarkirin e. Lê hejmara rast jî ne diyar e, ku ji ber vê yekê jî zarokên Sûriyeyî weke nifşeke wenda ji dibe neçarê hemû awayê binpêkirin û destdirêjiyan bibin.
Rapor dide xuyakirin, ku ji her 10 zarokn 8 ji wan bêyî tomarkirin kar dikin.
Herwiha hejmara zarokên ku weke karker tên kar dikin jî gihiştiye 2 milyon kesan.