Stenbol dîsa hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê erdhejeke din a bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Doh li Stenbolê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan û gelek erdhejên din çêbûn û erdhej heta vê gavê jî berdewam dikin.

Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku saet 07:19an erdhejeke din a bi hêza 4,1ê rû daye.

AFADê da zanîn ku navenda wê erdhejê Deryaya Egeyê û derdora Buyukçekmeceyê ye.

Her wiha kûrahiya wê jî 7 kîlometre ye.