Erdogan: Ez hevparê êşa Ermena me
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi boneya salvegera 111an a bûyerên 24ê Nîsana 1915an, peyamek ji Patrîkxaneya Ermenên Tirkiyeyê û civaka Ermen re şand.
Erdogan diyar kir ku ew Ermenên Osmanî yên ku di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Yekem de canê xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tîne û got, “Ez êşa ku civaka Ermen di paşerojê de kişandiye parve dikim.”
"Ez sersaxiyê ji neviyên wan re dixwazim"
Peyama Erdogan, îsal di merasîma ku li Dêra Surp Hagop a Altîmermerê hat lidarxistin de hat xwendin.
Erdogan di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku di pêvajoya hilweşîna Împaratoriya Osmanî de gelek gelan êşên mezin dîtine û wiha li pey çû:
“Ez Ermenên Osmanî yên ku di şert û mercên dijwar ên Şerê Cîhanê yê Yekem de canê xwe ji dest daye, îsal jî bi rêzdarî bi bîr tînim û ducare sersaxiyê ji neviyên wan re dixwazim.”
Erdogan da zanîn ku di wê serdemê de ji ber dagirkirin, pevçûn, serhildan, tevgerên çeteyan, çalakiyên terorî û nexweşiyên vegirtî gelek kes mirine.
Serokkomarê Tirkiyeyê got ku hemû gelên Osmanî yên ku li Balkanan, Kafkasan û Nîvgirava Ereban ji axa xwe hatine derxistin û agir bi malên wan ketiye, êşên kûr dîtine.
"Bersiva herî baş lihevkirin e"
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê paşeroja Tirkiyeyê li ser bingeha aştî, empati û diyalogê were avakirin.
Erdogan tekez kir ku ew naxwazin ji dîrokê dijminahiyê derxin û got:
“Em bersiva herî baş didin wan kesên ku dixwazin ji dîrokê dijminahiyê derxin.
Em vê bersivê bi nêzîkbûneke ku li şûna pevçûnê, lihevkirinê esas digire didin. Em zimên aştiyê, empatiyê û diyalogê ji qalibên îdeolojîk bilindtir digirin.”
Erdogan di dawiya peyama xwe de diyar kir ku ew ê wekî 86 milyon kes, paşeroj û mîratê ku ji neviyên xwe re bihêlin bi hev re ava bikin.
Her wiha wî ducare kir ku ew hemû welatiyên Osmanî yên ku canê xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tîne.