'Konferansa Aştî û Demokrasiyê' sibê dest pê dike

Enqere (Rûdaw/DÎHA) - "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ya ku nêzî 400 nûnerên derdorên cuda, çand, komên baweriyê, gelan, rewşenbîr, sendîkavan, nivîskar, akademîsyen, partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl ên cvak û komeleyan tevlî dibin sibê dest pê dike.


"Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ya di nav bangawazên wê de Yaşar Kemal, Tarik Ziya Ekîncî, Vedat Turkalî, Orhan Pamuk, Murathan Mungan, Rakel Dînk, Prof. Dr. Yakin Erturk, Prof. Dr. Îoanna Kuçuradî, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û Arîf Sag hene sibê (25.05.2013) dest pê dike.

 

Konferans dê li Otela Surmelî ya Enqereyê dest pê bike û 2 rojan dê berdewam bike. Di konferansê de dê 3 mijar bên nîqaşkirin: "Rû bi rû bûn, heqîqet û edalet", "hiqûq, makezagona nû û paqijiya rê" û "têkoşîna demokrasiyê û aşîtiya civakî".


Konferans saet di 10.00'ê de dest pê dike. Di rûnşitina ewil de dê axaftina vekirinê pêk bê û pêşkêşvanî bê kirin. Piştî vekirina axaftinê konferans dê ji çapemeniyê re girtî berdewam bike. Di dawiyê de dê encamnameya konferansê bê belavkirin.

Dê nêzî 400 nûnerên derdorên cuda, çand, komên baweriyê, gelan, rewşenbîr, sendîkavan, nivîskar, akademîsyen, partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl ên cvak û komeleyan tevlî konferansê bibin.