Di bûyereke trafîkê de 4 karkeran canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Çar karkerên Şaredariya Stenbolê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dan

Li navçeya Maltepeyê ya ser bi Stenbolê ve, şeva 24ê Gulanê otombîlekê li karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da û di encamê de 4 karkeran canê xwe ji dest dan û karkerek birîndar bû.

Şeva bihorî 24ê Gulanê li ser rêya Bejahî ya E-5 otomobîla şofêrê wê Atilla Mert, ku alkol vexwaribû li karkerên li kêleka rê dixebitîn da. Di encama bûyerê de karkerên bi navê Sinan D, Mehmet A, Hamdi A. û Barış T. li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û karkerek jî birîndar bû.

Tîmên tendirustiyê û hêzên ewlehiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Karkerê birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Termên 4 karkeran jî bo karên otopsiyê bo morga Saziya Pizîşkiya Dadî hatin veguhestin.

Şofêr Atilla Mert jî hat desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariya Maltepeyê hat birin.