Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Stenbolê li hev civiyan.
Ehmed Şer li Koşka Dolmabahçeyê ya li Stenbolê bi merasîmeke fermî ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de gelek berpirsên bilind ên her du welatan jî amade bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê Haluk Gorgun, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û çend rayedarên din ên Sûriyeyê jî tevlî civînê bûn.
Hat ragindin ku di vê civînê de "rewşa dawî ya Sûriyeyê" û "pêwendiyên dualî" û "mijarên herêmî yên girîng" hatine gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse