Eren Keskîn: Dema Kurdan hevdû dikuşt çepên Tirkan li çepikan dixist
Stenbol (Rûdaw) - Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskînê got, “Dema Kurdan hevdû dikuşt çepên Tirkan li çepikan dixist.”
Eren Keskîn bû mêhvana studyoya me ya Stenbolê û ji Rawîn Stêrk re qala zaroktî, pehesîna Kurdbûna xwe, têkoşîna xwe û mijarên li rojevê nirxandin.
“Li Kîlyosê pe hesiyam ku Kurd im”
Eren Keskînê diyar kir ku wê berê nizanîbû ku Kurd e û anî zimên:
“Em bi malbatî li Kîlyosê çûbûn deryayê. Pismamê min Hayatî ji min re got:
‘Meyzîne tu keçikeke bi aqil î, ez dê tiştekî ji te re bibêjim lê ji bîr meke. Em Kurd in. Qet ji bîr meke ku tu Kurd î.’”
Erenê diyar kir ku wê ev rewş ji bavê xwe re gotiye lê bavê wê bi gotinên “Keça min behsa tiştên wiha meke” bersiv dayê.
Wê got ku piştî vê bûyerê dest bi lêkolîna nasnameya xwe kiriye û berdewam kir:
"Dema em li gel komên çep çûn mîtîngan û sloganên 'Ji Kurdan re Azadî' dihatin gotin ez pir kêfxweş dibûm. Ez şa dibûm ku ji bo me slogan tê avêtin."
Erenê destnîşan kir ku aliyê dêya wê Çerkez û aliyê bavê wê jî Kurd e lê aliyê bavê wê qala Kurdbûna xwe nedikir û got:
“Di nav malbata bavê min de dihat xwestin ku qala Kurdbûnê neyê kirin. Mijar dihat bincilikkirin.”
Wê got ku îdamkirina Denîz Gezmîş bandor lê kiriye û piştî vê bûyerê bûye parêzera wî.
Erenê diyar kir ku wê lîse di nav nijadperestên Tirk de xwendiye û tim li gel çepên Tirkan tevlî pevçûnên bi nijadperestan re bûye.
Vedat Aydin: Pêşengê tevgera Kurdan
Parêzera Kurd daxuyand ku cihê Vedat Aydin ê di nav tevgera gelê Kurd de girîng e û biland:
"Kek Vedat xwe dernedixist pêş, radîkal lê nefsbiçûk bû. Li Kongreya ÎHDyê ya 1990î bi Kurdî axivî ku ev cara yekê bû. Dîwan ji tirsan vala bû lê wî domand."
Keskîne diyar kir ku Vedat Aydin ji aliyê dewleta kûr ve bûye armanc û bi şkenceyê hatiye kuştin û ev kuştina destpêka “cinayetên kujernediyar” ên wê demê bû.
Cinayetên kujernediyar, bîrên asîdê û gef
Divê were gotin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salên 90î ji bo Kurdan serdemeke reş û tarî bû ku tijî kuştin û şkence bû û JÎTEM tim li rojavê bû.
Keskînê got ku di vê pêvajoyê de du caran rastî êrişên çekdarî hatiye, bi name û telefonê hatiye tehdîdkirin.
Keskîn anî zimên ku wê tirs bi tevahî ji jiyana xwe dernexistiye lê têkoşînê wekî “deyndariya li hemberî miriyan” dibîne û got:
"Em ji bo kesên wekî Mûsa Anter, Vedat Aydin têkoşînê dimeşînin. Van ev deyn li ser me bar kir."
Mûsa Anter: Sembola Kurdbûnê
Keskînê got ku Apê Mûsa (Mûsa Anter) zana bû û Kurdbûn di her qada jiyanê de diparast:
“Apê Mûsa nîşanî me da ku em dê Kurdbûnê bi rojnamegeriyê çawa vejînin û em hîn sermayeya wî dixwîn.”
Wê eşkere kir, dema Apê Mûsa hatiye vexwendin ku here Amedê gelek kesan hişyarî dayê lê dîsa jî çûye û got:
“Wan zanayekî Kurd ê 75 salî jî kuşt. Ev jî bêrehmiya dewletê nîşan dide.”
“Tu Kurd î, tu çima bi Kurdî naaxivî?”
Keskînê qala bûyerên 1993yan ên li Licê jî kir û got:
“Em çûn Licê ku Denîz Baykal nikarîbû here. Zilamên ciwan tev biribûn qereqolê. Tenê zarok, astengdar û kal û pîr mabûn.
Zarokekî got ‘Tu Kurd î, tu çima bi Kurdî naaxivî?’ î ‘Berxwedan jiyan e’ vê gelekî bandor li min kir. Piştî wê min bihîst ku ew zarok li Amedê bûye parêzer û ev hêvîbexş bû.”
Dayîkên Şemiyê
Erenê bi bîr xist ku têkoşîna Dayîkên Şemiyê ya ji bo “winda”yên xwe 27ê Gulana 1995an dest pê kiriye û li pey çû:
“Ti dayîka Kurd negotiye em aştiyê naxwazin. Tenê eşkerekirina kujeran û cenazeyên xwe dixwazin.”
Eren Keskînê diyar kir ku kesek çûye ofîsa wê da ku wê bikuje lê paşê gotiye, “Ew (Eren) ji bo min ew qasî baş bû ku min nikarîbû wê bikujim.”
“Naxwazim sonda parlamenteriyê bixwim”
Parêzera Kurd ragihand ku wê teklîfa parlamenterbûnê red kiriye û got:
“Min nexwest sonda parlamenteriyê bixwim. Min xwest têkoşîna di qada mafên mirovan de bidomînim. Qet poşman nebûm.”
“Ji dewletê bawer nakim”
Erenê diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê lê ji dewletê bawer nake.