Di lêpirsîna Kongreya CHPyê de 9 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna li ser îdiayên "midaxelekirina vîna delegeyan" a di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê de, ji 13 kesên desteserkirî 9 jê hatin girtin.
Her wiha 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê wan îdiayên ku tê gotin di dema dengdayîna kongreyê de bandor li vîna delegeyan hatiye kirin dest bi lêpirsînê kiribû.
Di encama operasyonên hevdem de 13 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Gumanbarên biryara girtinê ji bo wan hatiye dayîn ev in: Safi Karayalçin, Suat Dulger, Kalender Ozdemir, Ozkan Deniz, Halil İbrahim Şahin, Umut Mehmet Sapan (Serokê CHPyê yê Kilîsê), Mehmet Ayip Demirbûken, Metin Kaya û Gaffar Çiçek.
Her wiha Melda Tanişman Tutan, Gulhan Aydin, Ayça Akpek Şenay û Hayati Kaya jî bi biryara dadgehê û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Lêpirsîna ku li Stenbolê dest pê kiribû, li bajarên Enqere û Îzmirê yên Tirkiyê û Riha, Mereş, Kilîs û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê bi operasyonên polîsan berdewam kir.
Di nav kesên hatine girtin de, Serokê CHPyê yê Bajêr ê Kilîsê Umut Mehmet Sapan jî heye.
Gumanbar piştî îfadeyên li ewlehiyê, derxistin pêşberî Dadgeha Çaglayanê.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê, gumanbar bi van kiryaran tên tohmetbarkirin: Binpêkirina "Qanûna Partiyên Siyasî", wergirtina bertîlê, sipîkirina mal û milkên ku bi rêyên sûc hatine bidestxistin (reşkirina pereyan).
Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyê ya Herêmî ya Enqerê, ji bo 38emîn Kongreya Asayî û 21emîn Kongreya Awarte ya CHPyê biryara "betalkirina mutleq" dabû.
Dadgehê bi vê biryarê, birêvebiriya Ozgur Ozel ji kar dûr xist û biryar da ku Kemal Kiliçdaroglu û endamên Meclîsa Partiyê (PM) yên berê, bi awayekî tedbîrî vegerin ser karê xwe.