Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

DEM Partiyê îro şemiyê ragihand ku heyeta wan a Îmraliyê bi rê ketiye.

Ev şande ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur pêk tê.

Daxuyaniyeke nivîskî dê were dayîn

Tê çaverêkirin ku heyet piştî hevdîtina bi Ocalan re vegere.

Her wiha dê heyet li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.

Ev serdan di demeke wisa de ye ku zêdetirî 18 meh in çavê raya giştî êdî li gavên yasayî yên pêvajoya çareseriyê ye.

Hevdîtina dawî

Heyeta DEM Partiyê herî dawî 27ê Adara îsal çûbû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiyabû.

Ew hevdîtin nêzîkî 3 demjimêran ajotibû.

Ocalan di wê hevdîtinê de xwestibû ku Parlamentoya Tirkiyeyê berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Wî her wiha xwestibû ku çarçoveya yasayî ya pêvajoya çareseriyê were amadekirin.