Polîsan bi ser navenda CHPyê de girt
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku birêvebiriya Ozgur Ozel ji navenda giştî ya CHPyê derneket, polîsan bi gaza rondikrêj bi ser navendê de girt.
Ozgur Ozel piştî destwerdana polîsan peyameke vîdeoyî belav kir.
Wî di peyama xwe de got, "Em di bin êrişê de ne. Em ji avahiya partiyê dernakevin û em dê li ber xwe bidin."
Derî li ser Kiliçdaroglu hatin girtin
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, aloziya li ber Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) gihîşt qonaxeke nû.
Parêzerên Kemal Kiliçdaroglu û hinek parlamenter serê sibehê çûn avahiya partiyê.
Lê ew ji aliyê birêvebiriya niha ve nehatin qebûlkirin û derî li ser wan hatin girtin.
Li ser vê yekê Parêzgariya Enqereyê ferman da hêzên ewlehiyê.
Parêzgariyê xwest ku navenda CHPyê ji bo Kiliçdaroglu were valakirin.
Polîsan gaza rondikrêj bi kar anî
Lê birêvebiriya Ozgur Ozel ji navendê derneket û polîsan destwerdan kir.
Polîsan gaza rondikrêj avêt nava avahiyê da ku kesên li hundir derkevin.
Ozgur Ozel bi peyameke vîdeoyî bertek nîşanî destwerdana polîsan da.
Ozel ragihand ku ew di bin êrişeke giran de ne û wî tekez kir ku ew dê bi ti awayî ji navenda partiya xwe dernekevin.
"Nizanim em dê çi qasî karibin li ber xwe bidin"
Ozgur Ozel di vîdeoyê de wiha axivî:
"Wekî ku ew biryara neyasayî ne bes bû hatin ber derî. Derî hatin girtin û me dest bi berxwedanê kir.
Niha bi polîsan hatine. Dixwazin vê avahiyê têk bidin û dest deynin ser.
Em ji vê derê dernakevin lê nizanim em dê çi qasî karibin li ber xwe bidin."