Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî midaxeleya polîsan a li ser navenda giştî ya CHPyê da û got, “: Midaxeleya polîsan a li ser avahiya CHPyê nayê qebûlkirin.”
DEM Partiy her wiha got, "Em bangî rayedaran dikin ku dest ji karên ku aloziyan dertînin berdin."
Polîsan gaza rondikrêj bi kar anî
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, aloziya li ber Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) derbasî qonaxeke nû bû.
Parêzerên Kemal Kiliçdaroglu û hinek parlamenter serê sibehê çûn avahiya partiyê.
Lê ew ji aliyê birêvebiriya niha ve nehatin qebûlkirin û derî li ser wan hatin girtin.
Li ser vê yekê Parêzgariya Enqereyê ferman da hêzên ewlehiyê.
Parêzgariyê xwest ku navenda CHPyê ji bo Kiliçdaroglu were valakirin.
Lê birêvebiriya Ozgur Ozel ji navendê derneket.
Li ser vê yekê polîsan bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk midaxele kir.
Polîsan gaza rondikrêj avêt nava avahiyê da ku kesên li hundir derkevin.
“Rêbazên nedemokratîk nayên qebûlkirin”
Vê destwerdana li ser avahiya CHPyê gelek bertek bi xwe re anîn.
DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşan da.
DEM Partiyê ragihand ku ew çûna polîsan a bi zorê û bi fermana parêzgariyê ya nava avahiya CHPyê qebûl nakin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ew derxistina parlamenter û endamên partiyê ya ji avahiyê bi tundî şermezar dikin.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Di demeke wisa de ku pêwîstiya herî sereke ya Tirkiyeyê xurtkirina prensîbên hiqûqa demokratîk e, tekeziya li ser van rêbazên nedemokratîk nayê qebûlkirin.
Divê aştiya civakî were mezinkirin û qada siyaseta demokratîk were berfirehkirin."
Banga diyalogê ji bo birêvebirên CHPyê
DEM Partiyê diyar kir ku ew her tim li dijî midaxeleya derveyî siyaseta demokratîk in û wiha pê de çû:
"Em bangî rayedaran dikin ku dest ji karên ku aloziyan dertînin berdin.
Divê helwesteke li gorî prensîbên demokratîk û aştiya civakî bê nîşandan.
Em bangî birêvebirên CHPyê û welatiyên ku dilê wan bi CHPyê re ye jî dikin.
Bila li ser bingeha diyalog û lihevkirinê pirsgirêkan çareser bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse