Geştên ji Tirkiyeyê yên ber bi Îraq û Başûrê Kurdistanê ve kengî dest pê dikin?
Hewlêr (Rûdaw) – Birêveberê Giştî yê Saziya Hêlên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) ragihand ku dê geştên wan ên ji bo Îraq û Başûrê Kurdistanê sibe dest pê bikin.
Ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ji 13ê mehê ve qada asmanî ya Îraqê ji bo geşta girtî bû û ji ber wê geştên ji Tirkiyeyê yên ber bi Îraq û Başûrê Kurdistanê ve jî rawestiyabûn.
Bîlal Ekşî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dê geşt roja Çarşemê dest pê bikin.
Birêveberê Giştî yê Saziya Hêlên Asmanî ya Tirkiyeyê Bîlal Ekşî got, “Em roja Çarşemê dest bi geştên xwe yên Îraqê (Hewlêr û Bexdayê) dikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi şev ragihandibû ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest dê bikeve rewacê û Îsraîlê jî daxuyandibû ku wan agirbest qebûl kiriye.