Li Stenbolê germahiyê 40 pile derbas kir: Xelk berê xwe dide derya û parkan
Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê germahî ji 40 pileyî derbas kir û bajêr ji rojên herî germ ên havînê derbas dibe.
Xelkê ku ji germa zêde bêzar bûye xwe davêje park, baxçe û kêleka deryayê.
Hin ji wan ji bo xwe hênik bikin dikevin deryayê. Li deryayê jî herî zêde zarok kêf û şahî dikin.
Li gorî pêşbiniya pisporan, wê rojên 25 û 26ê Tîrmehê li Stenbolê pileya germahiyê bigihije 43-44 pileyan.
Ji loma jî hem Şaredariya Stenbolê hem jî Parêzgariya Stenbolê, li ser hev hişyarî didin kesên nexweş, jinên ducanî û kal û pîran da ku ew bi taybetî di saetên nîvro û esirkî de dernekevin derve.
"Ji bo hênikkirinê tişta herî baş derya ye"
Welatiyê bi navê Îlker ê ku ji germê xwe avêtiyê ber behrê wiha got, "Ez bi zarokên xwe re hatim behrê.
Ji bo meriv xwe hênik bike tişta herî baş derya ye. Derya hem hênik dike hem jî bi kêf e.
Ez li Antalyayê jî ketim deryayê lê ava wê li gorî vir şîregerm bû. Deryaya Stenbolê bêhtir sar e.”
"Tesîs nîne û ava deryayê qirêj e"
Hanife Başçiyê jî ji ber nebûna tesîsan û qirêjiya deryayê gazincên xwe wiha anîn zimên:
"Em berê jî hatibûn vê plajê, wê demê pir paqij bû lê îro ava deryayê pir qirêj e.
Em çûn gelek plajan lê hemû wiha qirêj bûn. Mixabin li vir tesîs tune ye, tuwalet tune ye. Lazim e ev yek hebin."
Welatiyên ku ji germê aciz dibin li park û deverên bi dar û avî ji xwe re seyranê dikin.
Li deryayê jî herî zêde zarok kêf û şahî dikin û demekî xweş derbas dikin.
Zaroka bi navê Yaren Odula ku ji germê bêzar bûye wiha got, "Hewa gelekî germ e.
Di vê germê de meriv li malê star nake. Ji loma jî ya herî xweş ew e meriv bikeve deryayê.
Em bi dilê xwe kêf dikin. Berfemot jî meriv hênik nake.”
"Mirov nikare li malê bimîne"
Kalikê Zarokan Resul Çagirirê ku ber germê neviyên xwe anîne ber deryayê got:
“Min neviyên xwe ji Yenibosnayê anîn vir. Hewa pir germ e, meriv nikare li malê bimîne.
Ji loma ya herî baş ev e ku meriv were deryayê. Ez jî bi neviyên xwe re hatim behre.”
Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiya Tirkiyeyê dide zanîn ku di navbera rojên 22-29ê Tîrmehê de wê li tevahiya welêt germahî derdora 6-10 pileyan zêde bibe û bigîhîje derdora 38-43 pileyan.
Sezgîn Zengînê ku ji bo xwe hênik bike hatiye deryayê wiha axivî:
“Em ji Avcilarê hatine deryayê. Ji bo germ e em hatin bikevin deryayê da we hênik bikin.
Hişyarî hat dayîn
Li gorî pêşbiniya pisporan, wê rojên 25 û 26ê Tîrmehê li Stenbolê pileya germahiyê bigihije 43-44 pileyan.
Ji loma jî hem Şaredariya Stenbolê hem jî Parêzgariya Stenbolê hişyarî didin kesên nexweş, jinên ducanî û kal û pîran da ku ew bi taybetî di saetên 11ê nîvro û 4ê nêzî esirkî dernekevin derve.
Li aliyê din, ji ber germa zêde li Stenbolê, di 23ê Tîrmehê de, bi 3 milyon û 710 hezar metreçarçikî rekora bikaranîna ava rojane hat şikandin.