Xortên kurd ji Erdogan re name şandin: Êdî Bes e!
Enqere (Rûdaw/AA) – Komek xortên kurd ên Bakurê Kurdistanê ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re nameyek şandin û jê xwestin, şer bide sekinandin.
Komek xortên kurd ên ku li ser malpera înternetê ya bi navê www.edibese.org ji bo sekinandina şerê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, kampanya dane destpêkirina, nameyek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re şandin.
Xortê bi navê Emreh Înanç, ku kampanya daye destpêkirin, li ser naveroka nameyê axivî û got ku wan di nameyê de ji Erdogan re gotine, ew aştî û biratiyê dixwazin û ji bo aramî û yekitiyê çi lazim be dê bikin.
Emrah Înanç da zanîn ku di beşek ji nameyê de wiha nivîsandine: “Em wek xortên kurd ên ku dixwazin li vî welatî di nav aramiyê de bijîn, ji yên ku tenê teror û mirinê didin xortên kurd, re dibêjin: êdî bes e!”
Wî xortê kurd anî ziman ku wan di nameya xwe de gotinên Erdogan ên mîna “emê ji bo çareseriyê her tiştî bikin” û “eger çareserî jehr jî be emê wê jehrê vexwin” anîne bîra Serokomar û wiha nivîsandine:
“Em wek ciwan û xortên vî welatî, şahidên wê yekê ne ku te ji birayên xwe yên kurd re çiqas fedakarî kiriye. Em ruxmî hemû tehdîd û guvaşan diqîrrin û dibêjin: Kurd û Tirk birayên hev in, emê nehêlin ti lîstokek ziyanê bigihîne biratiya me. Haya me jê heye ku ew lîstoka ku sed sal berê hatibûn lîstin, dîsa dubare dibe ji ber wê jî em bi dengekî bilind dibêjin: Emê te mîna Edulhemîd Xan bi tenê nehêlin!”
Li gorî Emrah Înanç, wan di dawiya nameyê de ji tevahiya gelên Tirkiyê xwestine ku li hember “terorê” rabin û bêjin: êdî bes e!