Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dewama mamosteyan destpê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dewama mamosteyan destpê kir û proseya xwendin jî biryar e di 31 Tebaxê de destpê bike.
Nûçegihanê Rûdawê li Enqerê, Şewket Herkî ragihand, îro karmendên kargêrî û mamosteyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest bi dewamê kirin û biryar e sala nû ya xwendinê jî qonax bi qonax destpê bike.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê di 31 Tebaxê de xwendina Online dê destpê bike û biryar e di 21 meha Îlonê de jî xwendina rûbirû anku xwandina normal li dibistanan destpê bike, lê bi rêkarên taybet ên xweparastina ji Coronayê.
Ji bo sala nû ya xwandinê hin rêkar hatine danîn, weke di her polekê de divê tenê 10 xwendekar hebin û pêwîst e xwenekar ji hev dûr bin, tevî parastina paqijiyê.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 18 milyon xwendekar hene, ku 15 milyon û 88 hezar û 509 xwendekar di dibistanên dewletê de bê pere dixwînin û milyonek û 440 hezar xwendekar jî li dibistanên taybet dixwînin.