Komîsyon dê îro guh bide nûnerên saziyên ramanê

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê dê îro mazûvaniya nûnerên saziyên ramanê û navendên lêkolînan bike.

Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê dê îro civîna xwe ya12emîn li dar bixe.

Nûnerên saziyên ramanê û navendên lêkolînan dê beşdarî civîna Komîsyonê bibin û dê nerîn û pêşniyarên xwe yên derbarê pêvajoyê pêşkêş bikin.

Di çarçoveya pêşniyar û daxwazên endamên Komîsyonê de qonaxa guhdarkirinê didome.

Lê piraniya endamên Komîsyonê di wê baweriyê de ne ku êdî divê Komîsyon derbasî qonaxa sererastkirinên yasayî bibe.

Te gotin ku piştî temambûna qonaxa guhdariyê dê nerîn û pêşniyarên yasayî bên amadekirin.