Dar dibirî lê di bin de ma û mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çayeliyê ya bajarê Rîzeyê yê Tirkiyeyê kesek di bin dara ku dibirî de ma û mir.
Li bajarokê Buyukkoyê, Hizir Kuçukê 61 salî darek dibirî lê ew dar bi ser de ket.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê di kontrola xwe de diyar kir ku Hizir Kuçuk miriye.