Ozgur Çelîk dîsa wekî Serokê CHPyê yê Stenbolê hat hilbijartin
Hewlêr (Rûdaw) - Di kongreya awarte ya Partiya Gel a Komarî (CHP) de, Ozgur Çelîk careke din wekî Serokê Rêxistina Stenbolê hat hilbijartin.
Çelîk, berê bi biryara dadgehê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin.
Dadgehê kongre betal kiribû
45emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Stenbolê, 38emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Stenbolê ya CHPyê betal kiribû ku tê de Ozgur Çelîk wekî serok hatibû hilbijartin.
Bi heman biryarê Ozgur Çelîk ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û li şûna wî Gursel Tekîn wekî qeyûm hatibû tayînkirin.
Li ser vê yekê Ozgur Çelîk li Lijneya Hilbijartinê ya Sariyerê îtiraz kir û biryar hat dayîn ku 24ê Îlonê kongreyeke awarte bê lidarxistin.
Rêxistina CHPyê ya Stenbolê îro kongreya xwe ya awarte li dar xist.
YSKyê got 'kongre nikare bê rawestandin'
Di dema ku kongre dihat lidarxistin de 45emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Stenbolê nivîsek ji Parêzgariya Stenbolê û Lijneya Hilbijartinê ya Sariyerê re şand û xwest ku kongre bê rawestandin.
Lê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) bi hinceta ku rawestandina kongreyeke destpêkirî li dijî destûrê ye, biryar da ku kongre berdewam bike.
Çelîk bi 389 dengan hat hilbijartin
Piştî biryara YSKyê, dengdana di kongreyê de saet 14:15an dest pê kir û tenê Ozgur Çelîk namzed bû.
Piştî ku delegeyên amade dengên xwe dan, dengdan saet 17:00an bi dawî bû.
Li gorî encaman, Ozgur Çelîk ji 414 delegeyan 389 deng wergirtin û careke din wekî Serokê Rêxistina CHPê ya Stenbolê hat hilbijartin. Di dengdanê de 25 deng jî wekî betal hatin hesabkirin.
Pêvajoya qeyûm
Hilbijartina Ozgur Çelîk di demekê de ye ku Gursel Tekînê li şûna wî wekî qeyûm hatibû tayînkirin di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ne bi biryara kongreyê lê bi biryara darazê hatine ser erk û gotibû, "Erkê me dê bi biryara darazê bi dawî bibe.”
Di Kongreya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê de ku 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû lidarxistin, Ozgur Çelîk wekî serokê bajêr hatibû hilbijartin, lê piştî kongreyê îdiayên ku "di dengdanê de hîle hatiye kirin" derketibûn holê.
Dadgehê li ser wan îdiayan 2yê Îlona 2025an biryar da ku kongre bê betalkirin û rêveberiya heyî ji kar bê dûrxistin.
Dadgehê her wiha desteyeke demkî ku ji Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsapê pêk dihat, weke qeyûm tayîn kiribû.