Stenbol - 2 zarokên ku bi xwarinê bi jehrê ketibûn mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê 2 zarokên ku ji ber xwarinê bi jehrê ketibûn mirin.

Li taxa Topçularê ya navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê welatiyê bi navê Yucel Bîrkent, hevjîna wî Aleyna Bîrkent û zarokên wan Alparslan ê 4 salî û Melîsa Rabîaya 2 salî ji ber xwarina ku xwarine bi jehrî ketin û çûn nexweşxaneyê.

Di pişkinînan de diyar bû ku dayik Aleyna Bîrkent krîza dil derbas kiriye û li nexweşxaneyê dest bi çareseriya wê hat kirin.

Her du zarokên wê li gel bavên xwe piştî çareseriyê ji nexweşxanyê çûn malê.

Roja piştre rewşa tendirustiyê ya zarokan careke din têk çû û Yucel Bîrken careke din zarokên xwe birin nexweşxaneyê.

Lê tevî hewildanên bijîşkî her du zarokan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.