HAT NÛKIRIN - Li Bodrumê belema koçberan bin av bû: 17 koçber xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê, belema ku koçber tê de bûn bin av bû.

Hat ragihandin ku li gorî agahiyan 17 koçber mirine.

Li gor zanyariyên koçberê Efxan ê ku rizgar bûye di belemê de 18 kes hebûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên Ewlehiya Beravê çûne cihê bûyerê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Muglayê di encama kar û xebatan de termên 17 koçberan hatine derxistin û bi alîkariya helîkopter û tîmên erkdar lêgerîna koçberên din didome.