Fenomenê medyaya civakî bi hinceta 'endamtiya PKKyê' hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Fenomenê medyaya civakî Reşît Bozdag, bi hinceta “endamtiya PKKyê” li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.
Fenomenê medyaya civakî Reşît Bozdag piştî ku hat desteserkirin bi biryara dadgehê hat girtin.
Reşît Bozdag, bi pereyên ku li ser medyaya civakî parve dikirin dihat nasîn.
Bozdag, dema ku bi dixwest bi xoşewîsta xwe Melîs Bûse Betkayanê re ji Balafirgeha Stenbolê biçe Qibrisê hat desteserkirin.
Herwiha hat zanîn ku Bozdag û Batîkan ji bo gerê diçûn Qibrisê.
Li gorî nûçeya DHAyê, di xala kontrolê de, polîsên ku nasnameya Reşît Bozdag kontrol kirin, diyar kirine ku bi tohmeta “endamtiya PKKyê” di derbarê wî de biryara lêgerînê heye.
Piştî lêgerînê, karmendan agahî da Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê.
Li ser agahiyê, polîsan Bozdag desteser kir û ew bir navenda polîsan.
Reşît Bozdag piştî karûbarên îfadeyê ji bo Dadgeha Stenbolê hat şandin.
Dadgeha ji bo Reşît Bozdag biryara girtinê da.
Melîs Bûse Betkayanê daxuyaniyek da
Li aliyê din Melîs Bûse Betkayan xoşewîsta Reşît Bozdag li ser îdiayan vîdoyek parve kir û diyar kir ku Bozdag ji ber “spîkirina pereyan” hatiye desteserkirin ne ji ber “endamtiya PKKyê”.
Betyakanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew bixwe nehatiye desteserkirin tênê Bozdag hatiye desteserkirin û got:
“Ji ber ku di wexta xwe de tevî biryara dûrxistinê nêzikî min bûye û derbarê min de qedexeya axaftinê hebûye û heqaret li min kiribû niha hatiye desteserkirin.
Jixwe ew dê 3 rojan desteserkirî bimîne û paşê were berdan.”