Erdogan li ser Komîsyon û Îmraliyê axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Lûtkeya G20ê ya li Afrîkaya Başûr di vegerê de pirsên rojnamegeran bersivandin.
Erdogan li ser biryara Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya çûna Îmraliyê got:
"Em biryara dawî ya Komîsyonê wekî biryareke ku rê li ber pêvajoyê vedike, tevkariyê li pêvajoyê dike dinirxînin."
Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Lûtkeya Serokên G20ê ya li bajarê Johannesburgê yê Komara Afrîkaya Başûr bû.
Erdogan piştî Lûtkeya G20ê vegeriya Tirkiyeyê û di balafirê de li ser rojevê nirxandin kirin.
"Diyaloga me bi DEM Partiyê re heye"
Erdogan diyar kir ku ew xebatên ji bo pêvajoyê bi hevahengî dimeşînin û got:
"Wekî Tifaqa Cumhurê, em xebatên Tirkiyeya Bêteror di nava hevahengiyê de dimeşînin.
Hem diyaloga me ya nêzîk bi Birêz Bahçelî re heye hem jî ya hevalên me bi mixatabên xwe yên di nav MHPyê de re heye.
Her wiha em şandeya DEM Partiyê jî di periyodên diyarkirî de qebûl dikin.
Me bi vî modelê xebatê pêvajo heta vê derê bê qeza û bela anî."
"Komîsyonê karên girîng kirin"
Erdogan bal kişand ser giringiya Komîsyona ku li Parlamentoyê hatiye avakirin û wiha axivî:
"Komîsyona ku li Parlamentoyê hat avakirin, ji bo ku partiyên siyasî yên cuda tevlî pêvajoyê bibin û tevkariyê bidin gelekî girîng bû.
Komîsyonê di bin serokatiya Birêz Serokê Parlamentoyê de karên girîng kirin.
Me jî her cure tevkarî û piştgirî da Komîsyonê.
Me hewl da ku pêvajoya Tirkiyeya Bêteror ji nîqaşên westîner ên siyaseta rojane dûr bigirin.
Em biryara dawî ya Komîsyonê wekî biryareke ku rê li ber pêvajoyê vedike, tevkariyê li pêvajoyê dike û tesfiyekirina terorê lez dike dinirxînin."
Çima Huseyîn Yayman?
Serokkomarê Tirkiyeyê sedema erkdarkirina Huseyîn Yayman a ji bo şandeya Îmraliyê jî wiha rave kir:
"Wekî ku tê zanîn me ji bo temsîlkirina partiya xwe parlamenterê xwe yê Hatayê Huseyîn Yayman erkdar kir.
Huseyîn Beg hevalekî me ye ku demeke dirêj li ser vê meselê xebitiye û berê di nav Heyeta Aqilmendan de cih girtiye.
Ji ber ku serwextê vê mijarê ye Huseyîn Beg dê li ser navê partiya me beşdarî xebatan bibe.
Heta ku em digihin menzîla Tirkiyeya Bêteror em dê bi sebir, samîmiyet, wêrekî û biryardariyê tevgera xwe bidomînin."