Endamê damezirîner ê DEVAyê îstifa kir: Ji berpirsyariyê reviyan
Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji damezirînerên Partiya Demokrasî û Bipêşveçûnê (DEVA) û parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Bedlîsê Abdurrahîm Aksoy ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye.
Aksoy biryara partiya xwe ya derbarê beşdarnebûna heyeta Îmraliyê wekî "reva ji berpirsyariyê" bi nav kir.
Abdurrahîm Aksoy di daxuyaniya xwe de diyar kir ku DEVAyê xwe ji wergirtina berpirsyariya çareserkirina Pirsgirêka Kurdan dûr xistiye.
"Helwesteke tirsonekî ye"
Aksoy biryara birêvebiriya partiyê wekî "tirsonekî" wesifand û wiha got:
"Biryara DEVAyê ya derbarê beşdarnebûna heyeta Îmraliyê helwesteke ku xwe ji berpirsyariya çareseriya Pirsgirêka Kurdan vedidize derxist holê.
Her çi qasî wisa xuya dike ku mafên bingehîn ên gelê Kurd qebûl dike jî lê dema dor tê ser berpirsyariyê ji vî barî direve.
Nedana endamekî ji bo Komîsyonê û beşdarnebûna Komîsyonê tirsonekî ye."
Aksoy destnîşan kir ku partî li şûna çareseriyê berê xwe daye "helwesteke Polyanayî" û li ser xeta statukoparêz a siyaseta klasîk rawestiyaye û wiha pê de çû:
"Di vê qonaxa dîrokî de ku ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî ye, helwesteke siyasî ya demokratîk nehat nîşandan û ji bo çareseriyê berpirsyarî nehat wergirtin.
Ji ber vê yekê ez ji îro û pê ve ji endamtiya DEVAyê vediqetim."
Abdurrahîm Aksoy kî ye?
Aksoy sala 1959an li navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye.
Demeke dirêj li Stenbol û Îraqê di sektorên avahîsazî û pîşesaziyê de kar kiriye.
Di navbera salên 2002-2007an de Parlamenterê AK Partiyê yê Bedlîsê bû.
Aksoy di nava damezrînerên DEVAyê de cih girtibû. Abdurrahîm Aksoy zewiciye û bavê 5 zarokan e.