Hûrgiliyên hevdîtina Îmraliyê: 'Gelekî erênî derbas bû'

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ragihand ku wan behsa hevdîtineke nû nekiriye.

Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, îro ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Îmraliyê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji Rûdawê re behsa hevdîtina Îmraliyê kir.

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re "gelekî baş û erênî" derbas bûye.

"Em dê komîsyonê agahdar bikin"

Koçyîgîtê da zanîn ku ew dê wekî şandeyê agahiyan bidin komîsyonê.

Wê li ser egera serdaneke nû jî wiha got:

"Me li ser serdaneke din a Komîsyonê ya Îmraliyê gotûbêj nekiriye."

Civîna çarşemê

Tê gotin ku Komîsyon dê roja çarşemê (26ê Çiriya Paşîn) bicive û şande dê agahiyan bide endamanîn Komîsyonê.

Di şandeya ku çû Îmraliyê de, li gel Koçyîgîtê, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî cih girtibûn.