Fetî Yildiz: Heta teror neqede reformên hiqûqî çênabin

Hewlêr (Rûdaw) -  Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz ragihand ku pêkanîna reformên hiqûqî û siyasî, bi mercê "bi temamî bidawîbûna terorê" ve girêdayî ye.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê "Pêvajoya Çareseriyê" daxuyanî da.

Fetî Yildiz raporên ku MHP û AK Partiyê pêşkêşî parlamentoyê kirine nirxandin.

"Bingeha raporan ewlehî ye"

Yildiz diyar kir ku her du rapor jî li ser bingeha "ewlehiyê" hatine amadekirin.

Li gorî Yildiz, mercê sereke yê pêkanîna reforman ew e ku “teror” bi temamî bi dawî bibe.

"Nîqaşên li ser ziman û nasnameyê"

Yildiz bal kişand ser naveroka rapora partiya xwe û diyar kir ku ew red dikin kodên damezirêner ên Komara Tirkiyeyê û sîstema unîter bibin mijara nîqaşê.

Fetî Yildiz li ser nîqaşên derbarê mafên Kurdan de jî got:

"Nîqaşên li ser zimanê dayikê, nasname û welatîbûnê, bi awayekî tund di çarçoveya yekparçeyiya dewletê de tên sînordarkirin."

"Nêrîna AK Partiyê jî yek e"

Alîkarê Serokê MHPê diyar kir ku nêrîna AK Partiyê jî di mijara yekparçeyiya dewletê de li gel ya MHPyê yek e.

Yildiz destnîşan kir ku di rapora AK Partiyê de li şûna guhertina destûrê, teza "jîngeheke bêteror dê demokratîkbûnê bihêz bike" derdikeve pêş.

Bi gotina Yildiz, ev nêzîkatî nîşan dide ku hewcedariya guhertina destûrî hatiye bipaşxistin û demokratîkbûn bi mercê ewlehiyê ve hatiye girêdan.