Ozgur Ozel: Em pirsgirêka Kurdan dibînin û nas dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, "Em pirsgirêka Kurdan dibînin, nas dikin û em dixwazin bi rêyên demokratîk were çareserkirin.”
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê daxuyanî dan.
Ozgur Ozel bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku biçe hilbijartina pêşwext.
Ozel her wiha li ser pirsgirêka Kurdan jî peyamên girîng dan û got, "Em pirsgirêka Kurdan dibînin, nas dikin û em dixwazin bi rêyên demokratîk were çareserkirin."
"Em pirsgirêkê nas dikin"
Ozgur Ozel ji bo serdana "Namzedê Serokkomariyê Ekrem Îmamoglu yê girtî" çûbû Girtîgeha Sîlîvriyê.
Ozel li ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê axivî û nêzîkatiya partiya xwe wiha anî zimên:
"Em pirsgirêka Kurdan dibînin û nas dikin. Ji bo çareseriyê em demokrasiyê didin pêş.
Em di komîsyonê de pakêtên demokratîkbûnê pêşniyar dikin. Em raporên partiyên din bi baldarî dixwînin.
Eger raporeke hevpar derkeve holê ku em karibin li ser li hev bikin, em dê tê de cih bigirin."
Banga hilbijartina pêşwext
Ozel tekez kir ku ew ji daxwaza hilbijartina pêşwext gav paş ve naavêjin û got:
"Tayyîp Erdogan li her derê diaxive û meydanê dixwîne. Were mêrxasiyê bike. Milet te naxwaze.
Eger hilbijartina pêşwext çêbibe şansê te heye ku tu rasterast bibî namzed. Nereve, were.
Dibêjin zivistan nabe, temam, em di adarê de bikin."
Berteka li hemberî meaşê herî kêm
Serokê Giştî yê CHPyê li ser meaşê herî kêm ê ku wekî 28 hezar û 75 lîre hat diyarkirin jî axivî û berpirsyarî rasterast avêt stuyê Erdogan.
Ozel li ser vê yekê jî got, "Mehmet Şîmşek çi dike ji ber Erdogan dike. Di vî welatî de sûcdarkirina yekî din, avakirina aşê Erdogan e."
Nîqaşên efûyê
Ozel diyar kir ku di raporên Komîsyonê de pêşniyara efûyê nîne û wiha pê de çû:
"Meseleya efûyê lihevkirina civakî dixwaze. CHP di nava her gava ku di berjewendiya welêt de be cih digire, li cem tiştekî şaş nasekine."