Dengderên kîjan partiyê çawa li pêvajoyê dinêrin?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke Şirketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya ASALê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştgiriya ji bo "Pêvajoya Aştî û Çareseriyê" zêde dibe.
Şirketa ASALê encamên "Rapora Lêkolîna Rojeva Siyasî ya Tirkiyeyê ya Kanûna Pêşîn a 2025an" belav kirin.
Rapirsî di navbera 5-14ê Kanûna Pêşîn a îsal de li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.
Di rapirsiyê de nêrîna hezar û 895 kesên di ser 18 saliyê re bi rêya telefonê hatiye wergirtin.
Piştgirî zêde dibe
Rapirsî nîşan dide ku piştgiriya ji bo pêvajoyê di meha kanûna pêşîn de li gorî meha borî zêdetirî 4 puanan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 60î.
Rêjeya herî bilind a piştgiriyê ji aliyê dengderên AK Partî û MHPyê ve tê dayîn.
Her wiha rêjeya kesên di nav ÎYÎ Partiyê de ku bi erênî li pêvajoyê dinêrin jî ber bi zêdebûnê ve çûye.
Rêjeya xeletiyê ji sedî 2,5 e
Rapirsî li ser bingeha pirsnameyeke pêşwext amadekirî û bi rêbaza CATI (Rapirsiya bi telefonê ya bi piştgiriya kompîturê) hatiye kirin.
Rêjeya xeletiyê +/-2,5 û asta pêbaweriyê ji sedî 95 hatiye diyarkirin.
Li gorî grafîka ku Şirketa Lêkolînê ya ASALê roja sêşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir, piştgiriya ji bo pêvajoyê zêde dibe.
Li gorî encamên rapirsiya meha çiriya paşîn, rêjeya kesên ku di raya giştî de bi erênî li pêvajoyê dinêrîn ji sedî 55,8 bû.
Ev rêje di Kanûna Pêşîn a 2025an de derketiye ji sedî 59,6an.
Piştgiriya herî bilind ji aliyê dengderên AK Partî û MHPê ve ye
Di her du rapirsiyan de jî dengderên AK Partî û MHPê rêjeya herî bilind a piştgiriyê nîşan da.
Di meha çiriya paşîn de, ji sedî 82,3yê dengderên AK Partiyê û ji sedî 78,6ê dengderên MHPyê pêvajo erênî nirxandibû.
Di meha kanûna pêşîn de rêjeya dengderên AK Partiyê derketiye ji sedî 87,2yan û ya dengderên MHPyê jî derketiye ji sedî 84,4an.
Dengderên DEM Partiyê
Dengderên DEM Partiyê li gorî partiyên desthilatdariyê hinekî bi guman in.
Her çi qasî di her du rapirsiyan de piştgiriyeke bilind nîşan dabin jî gavekê li pey desthilatdariyê mane.
Di meha kanûna pêşîn de piştgiriya wan ji sedî 75ê meha çiriya paşîn, derketiye ji sedî 80,8an.
Piştgirî di nav dengderên CHP û ÎYÎ Partiyê de jî zêde dibe
Di meha çiriya paşîn de piştgiriya ji bo pêvajoyê di nav dengderên CHPyê de (ku yek ji yên herî bi guman in) di asta ji sedî 37an de bû.
Di meha kanûna pêşîn de ev rêje derketiye ji sedî 44,6an.
Lê belê di nav dengderên CHPyê de hejmara kesên ku neyînî li pêvajoyê dinêrin, ji yên erênî dinêrin zêdetir e.
Hîn jî ji sedî 47,9ê wan bi awayekî neyînî li pêvajoyê dinêrin.
Piştgiriya dengderên ÎYÎ Partiyê di meha çiriya paşîn de di asta ji sedî 19,4an de mabû.
Di meha Kanûna Pêşîn de ev rêje derketiye ji sedî 30,4an. Rêjeya kesên ku neyînî li pêvajoyê dinêrin jî ji sedî 70,8an daketiye ji sedî 66,1ê.
Dengên bêbiryar kêm dibin
Guherîna herî berçav di nav "bêbiryaran" de pêk hatiye ku di bin sernavê "Nêrîna min tune / Bersiva min tune" de hatibûn polênkirin.
Rêjeya bêbiryaran a ku di meha çiriya paşîn de ji sedî 9,9 bû, di meha kanûna pêşîn de daketiye ji sedî 6,4an.