Erdogan: Di rapora CHPyê de ti pêşniyarên berbiçav nînin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê rapora CHPyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan got, “Di rapora CHPyê de ti pêşniyarên berbiçav nînin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro li Enqereyê di Civîna Berfireh a Serokên Bajaran a partiya xwe de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de pêvajoya çareseriyê, xebatên komîsyonê û mijarên di rojevê de nirxandin.
Erdogan bal kişand ser pêvajoya nû ya çareseriyê û diyar kir ku welat ber bi aramî û ewlehiyê ve gavan diavêje.
Recep Tayyîp Erdogan wiha got:
”Tirkiye di encamê de ketiye ser rêyeke ku aramî, ewlehî û bipêşketin heye.
Ne yên ku xwe ji terorê xwedî dikin, ne torên komkujiyê yên ku dixwazin erdnîgariya me bikin gola xwînê û ne jî provokasyon nikarin pêşiya vê bigirin."
Rexne li rapora CHPyê
Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de rapora ku CHPyê pêşkêşî Komîsyonê kiriye rexne kir.
Erdogan amaje bi wê yekê kir ku partiya sereke ya mixalefetê di pêvajoya çareseriyê de ji berpirsyariyê reviyaye û got:
“Partiya sereke ya mixalefetê CHP teslîmî wesayetê bûye, nekariye li ber zextan li ber xwe bide û ti pêşniyarên berbiçav a ku rê li ber pêvajoyê vebike neaniye.
CHPya ku di her derfetê de bi 'ew qasî raporên me hene' pesnê xwe dide, dema ku dor hat çareseriyê û wergirtina rîskê, dîsa paşve gav avêt.”
"Me laşê xwe daye bin kevir"
Recep Tayyîp Erdogan tekezî li ser piştevanî û serxistina pêvajoyê kir û wiha axivî:
“Hevpeymaniya Cumhur ji bo çareserkirina pirsgirêkê ne tenê destê xwe, tevahiya laşê xwe datîne bin kevir.
Lê di mixalefeta sereke de ne cidiyetek heye, ne îradeyek heye û ne jî di wê koma kaxezan a wekî rapor pêşkêşî komîsyonê kirine de pêşniyareke berbiçav heye."
"Hesabên siyasî nînin"
Erdogan destnîşan kir ku ew di vê pêvajoyê de ne li pey berjewendiyên siyasî ne û got:
“Em ji perspektîfa hesabên siyasî li vê pêvajoyê nanêrin.
Em di nav hewldanekê de ne ku vê pencereya derfeta dîrokî ya li pêşiya Tirkiyeyê vebûye heta dawiyê vekin û welatê xwe ji belaya terorê rizgar bikin.
Em vê yekê jî bêyî ku ruhê şehîdên me biêşe û bêyî ku zerer bigihe bîranînên wan lehengan dikin.
Ne ez û ne jî Serokê Giştî yê MHPyê birêz Devlet Bahçelî, ne pêkan e ku em di nav hewldaneke wisa de bin ku zererê bide rûmeta welat."
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku 86 milyon welatî niyeta wan a baş dibînin û ew dê ji bo xurtkirina biratî û aramiya li herêmê çi pêwîst be pêk bînin.
"Wekî pelan in"
Erdogan her wiha got, ““Mixalefet wekî di her mijara welat de, di rapora komîsyonê de jî dîsa hêsanî hilbijartiye. Ne ji dil û can lê bi hesaban tevgeriyaye.
Ji bilî dubarekirina tiştên jiberkirî ti reçeteyeke wan a çareseriyê nîne.
Wekî pelekî ku ba ber bi ku ve bibe ew jî diçe wir, her tim alî û fikrên xwe diguherînin."