Hakan Fîdan û heyeta Hemasê li Enqereyê civiyan

Hewlêr (RÛdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi heyeteke Hemasê re civiya.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatine wergirtin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro li Enqereyê bi heyete Tevgera Hemasê ya bi serokatiya Endamê Polîtburoya Hemasê Xelîl Heyye re civiya.

Hakan Fîdan û heyeta Hemasê di civînê de li ser rûdanên dawî yên li Xezeyê û hewldanên ji bo agirbestê gotûbêj kirin.

Fîdan di hevdîtinê de destnîşan kir ku Tirkiye di her platformê de parastina mafên Filistîniyan dike.

Her wiha derbarê xebatên Tirkiyeyê yên ji bo dabînkirina pêwîstiyên stargeh û alîkariyên mirovî yên li Xezeyê agahî dan şandeya Hemasê.

"Îsraîl plana aştiyê asteng dike"

Heyeta Hemasê jî di civînê de îdia kir ku wan mercên agirbestê bi cih anîne lê Îsraîl tevî agirbestê jî êrişên xwe yên li ser Xezeyê didomîne.

Heyete destnîşan kir ku ev helwesta Îsraîlê bi armanca astengkirina derbaskirina qonaxa duyem a plana aştiyê ye.

Pirsgirêka alîkariyên mirovî

Endamên heyeta Hemasê her wiha bal kişand ser kêmbûna alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê û ragihand ku ji sedî 60ê barhilgirên ku derbasî Xezeyê dibin kel û pelên bazirganiyê ne û alîkariyên mirovî têra pêwîstiyan nakin.

heyeta diyar kir ku bi taybetî di warê derman, sotemenî, kel û pelên stargehê û xwarinê de kêmasiyên mezin hene.