Çavuşoglu mercê Tirkiyê bo herêma ewle aşkere kir

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser pêşniyara Amerîkayê ya di derbarê pêkanîna "herêma ewle" de ragihand: “Ji bo ku em li gel Amerîkayê li ser mijara herêma ewle yan jî mijareke din biaxivin, divê em pêşî ewlehiyê dabîn bikin.”

 

Mevlut Çavuşoglu li gel Wezîra Derve ya Nemsayê Karin Kneissl li Stenbolê civînek pêk anî û piştî civînê her du wezîran bersiv dan pirsên rojnamevanan.

 

Çavuşoglu li ser pêşniyara Amerîkayê ya di derbarê herêma ewle de diyar kir: “Dibe ku şirove û armancên cuda hebin. Dibe ku hêviya me û ya wan ji hev cuda bin. Ji bo ku em li gel Amerîkayê li ser mijara herêma ewle yan jî mijareke din biaxivin, divê em pêşî ewlehiyê dabîn bikin.”

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser daxuyaniya Amerîkayê ku piştî pêwendiya telefonî ya navbera Erdogan û Trump hate weşandin ragihand: “Ez wisa zen dikim ku ew daxuyanî beriya pêkanîna pêwendiya telefonî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye amadekirin. Ji ber vê yekê, bûye daxuyaniyeke ku hemû rastiyan nîşan nade. Jixwe piştî pêwendiyê di demeke kurt de ew daxuyanî  belav kirin. Lê ji ber ku beriya pêwendiyê hatiye amadekirin, bû daxuyaniyeke ku mijarên nehatine axaftin weke ku hatiye axaftin nîşan dide. Jixwe di derbarê naveroka pêwendiyê de ji aliyê serokomariyê ve daxuyaniyek hate belavkirin.”