Dadgeha Ewropayê di kuştina zarokekî kurd û bavê wî de Tirkiye sûcdar dît

Amed (Rûdaw) – Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), di doza kuştina zarokê bi navê Ugur Kaymaz û bawê wî Ehmed Kaymaz de Tirkiye sûcdar dît û cezayê 140 hezar euro jê re birrî.

Şeva 21ê Mijdara 2004an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, zarokê bi navê Ugur Kaymaz (12) û bavê wî Ehmed Kaymaz ji aliyê hêzên taybet ên Tirkiyê ve hatin kuştin. Hat gotin ku 13 fîşek li Ugur ketibû.

Wê çaxê di medyaya Tirkiyê de hat gotin ku li Qosera Mêrdînê “2 terorîst” hatin kuştin.

Doza kuştina Ugur û bavê wî ji dadgeha Mêrdînê bi hêceta pirsgirêkên ewlehiyê derbasî dadgeha bajarê Eskîşehîrê bû lê li wir jî di dema rûniştina dadgehê de êrişî malbata Kaymaz kirin.

4 polîsên ku bi kuştina Ugur û bavê wî dihatin darizandin bi hêceta ku parastina xwe kirine, bêguneh hatin nîşandan.

Piştî ku dadgehên Tirkiyê biryarek wiha dan, malbata Kaymaz sala 2009an serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê dan. Dadgehê jî piştî 5 salan derbarê dozê de biryar da û ragihand, Tirkiyê di kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî de peymana mafên mirov a Ewropayê binpê kiriye ji ber wê Tirkiyê divê 140 hezar euro bide malbata Kaymaz.