Dervîşoglu: Bila Bahçelî Ocalan bike hevserok
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu bertek nîşanî gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser Abdullah Ocalan da û got, "Eger tu gelekî ji wî hez dikî, rozetê pê ve bike û wî wekî hevserokê MHPyê."
Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu îro li parlamentoya Tirkiyeyê di civîna heftane ya partiya xwe de axivî.
Musavat Dervîşoglu di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên derbarê "statuya Abdullah Ocalan" de.
"Çi dibêje li çepikan dixin"
Dervîşoglu diyar kir ku çi dibe bila bibe koma MHPyê li çepikan dide û got:
"Ma qet nafikirin ku ev gotin dê Tirkiyeyê bibin kû derê? Çi dibêje hemû kes radibe ji wî re li çepikan dide.
Dibêje 'rêberê damezirêner' ew li çepikan didin, dibêje 'divê statu ji bo wî bê dayîn' dîsa li çepikan didin.
Behsa 'xizmeta wî ya mezin' dike lê ew her li çepikan didin."
"Wî bike hevserok"
Serokê ÎYÎ Partiyê bangî Bahçelî kir û wiha li pey çû:
"Eger tu gelekî ji wî hez dikî, piştî te rozet pê ve kir, wî wekî hevserokê xwe.
Navê Partiya Tevgera Neteweperest ku çinareke 57 salî ye wekî 'Partiya Tevgera Gelan' biguhere.
Di dawiyê de ev milet hem dê ji te rizgar bibe û hem jî ji belaya Abdullah Ocalan."