Erdogan: Rapor belgeyeke dîrokî ye û qonaxa nû dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rapora komîsyonê ya li ser pêvajoya çareseriyê wekî "belgeyeke dîrokî" bi nav kir.
Erdogan diyar kir ku dê li Parlamentoyê qonaxeke nû dest pê bike û got, "Pêşî Tirkiyeya bêteror, paşê jî em dê bigihîjin armanca herêma bêteror."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma AK Partiyê de axivî û rojeva heyî nirxand.
Erdogan di axaftina xwe de cih da pêvajoya heyî û tekezî li ser lihevkirina siyasî kir.
"Rapor berhema lihevkirineke mezin e"
Erdogan da zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê xebatên xwe temam kirine.
Li gorî daxuyaniyê, rapor bi 47 dengên erê, dengekî bêalî û 2 dengên red hat qebûlkirin.
Erdogan eşkere kir ku guhdariya 137 sazî û kesan hatiye kirin û 4 hezar û 200 rûpel nivîs hatine qeydkirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku metna amadekirî ne tenê belgeyeke pêşniyarê ye û got:
"Ev rapor berhema gihîştina demokratîk û lihevkirineke siyasî ye ku di dîroka me ya siyasî de kêm tê dîtin.
Ev rapor hem belgeyeke pêşniyarê ye û hem jî belgeyeke dîrokî ye."
Erdogan diyar kir ku rapor îmzeyeke girîng e ku avêtine binê paşeroja hevpar a Tirkiyeyê û hewldanên ji bo reşkirina pêvajoyê bi ser neketin.
"Qonaxa nû dest pê dike"
Erdogan anî zimên ku ew wekî Hevpeymaniya Cumhur pêvajoyê wekî "projeyeke dewletê" bi rê ve dibin û di pêvajoya 16 mehan de mesafeyeke girîng hatiye girtin.
Erdogan da zanîn ku dê parlamento di serdema nû de "rola sereke" bigire ser xwe û wiha axivî:
"Niha qonaxa nû ya pêvajoyê dê dest pê bike.
Em dê vê qonaxê jî bi aramî û nermî bi rê ve bibin. Pêşî Tirkiyeya Bêteror, paşê jî em dê bigihîjin armanca herêma bêteror."