Serokê Parlamentoyê: Ji bo çareseriyê dem dema gavên yasayî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku piştî temambûna rapora komîsyonê, êdî dema avêtina gavên yasayî ye.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş peyamên girîng dan û got, "Bi danîna çekan re, dê êdî serdema têkoşîna çekdarî bi temamî bi dawî bibe û ji bo bihêzkirina demokrasiya Tirkiyeyê çi gav pêwîst bin dê bên avêtin."

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, îro li Parlamentoyê Koma Rêya Nû ziyaret kir ku ji partiyên Saadet, DEVA û Paşerorê pêk tê.

Kurtulmuş li wir bi Serokê Komê Mehmet Emîn Ekmen re civiya.

Piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê hat dayîn.

Numan Kurtulmuş ji ber keda wan a di Komîsyona Parlamentoyê de spasiya Koma Rêya Nû kir.

"Pirsgirêka herî mezin a dîroka Komarê"

Kurtulmuş bal kişand ser qonaxa nû ya piştî raporê û got:

"Ez hêvî dikim ku ji niha û pê ve partiyên me yên siyasî bi têgihiştineke hevbeş, bi hişekî vekirî û bi dilpakî xebatên xwe bimeşînin.

Divê gavên ku raya giştî li benda wan e, bi taybetî sererastkirinên yasayî werin avêtin.

Bi vî awayî em dikarin pirsgirêka herî mezin a dîroka Komara xwe, ya ku me bedêlên giran jê re dane, ji holê rakin."

"Xala krîtîk: Fesihkirina PKKyê û danîna çekan"

Serokê Parlamentoyê amaje bi fesihkirina PKKyê û danîna çekan kir û ev yek wekî "xala krîtîk" bi nav kir û wiha domand:

"Ev xal dê hem bersiva daxwazên hemû aliyan bide, hem jî ji bo xwezaya kar dê bibe nêzîkatiyeke rast.

Bi danîna çekan re, dê serdema têkoşîna çekdarî bi temamî bi dawî bibe û piştî wê, ji bo xurtkirina demokrasiya Tirkiyeyê, di çarçoveya rêgezên demokratîk de çi pêwîst be dê ew gav werin avêtin."

Koma Rêya Nû: Bila dem neyê windakirin

Serokê Koma Rêya Nû Mehmet Emîn Ekmen jî diyar kir ku wan di civînê de pêşniyarên serokên giştî yên partiyên xwe Alî Babacan, Ahmet Davutoglu û Mahmut Arikan gihandine Serokê Parlamentoyê.

Ekmen destnîşan kir ku divê di pêvajoyê de dem neyê windakirin û got:

"Niha dema pêkanîna daxwazên raporê ye. Hinek gav hene ku bêyî hewcedariya yasayan, rêveberî û hikûmet dikare bi serê xwe biavêje.

Her wiha ji bo ku ev pêvajo bibe xwedî bingehekî hiqûqî, pêwîstî bi xebatên yasayî yên Parlamentoyê heye.

Me ji Birêz Kurtulmuş re ragihand ku bila ev gav demildest werin avêtin."