Hewlêr (Rûdaw) – Li ser pêşniyara rêberê PKKê Abdullah Ocalan û ji bo gotûbêja pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê, konferansa aştî û demokrasiyê li Enqereyê dest pê kir.
Li gorî nûçeya ajansa DÎHAyê, îro (25.05.2013) li Eneqereya paytexta Tirkiyê konferansa aştî û demokrasiyê dest pê kir.
Di konferansê de ku li ser pêşniyara Ocalan û bi bangewaziya gelek nivîskar, rewşenbîr û hunermendên navdar ên Tirkiyê tê sazkirin, nûnerên gelek sazî, partî û tevgerên sivîl û siyasî yên Tirkiyê beşdar bûn.
Konferans bi axaftina parlamenterê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder dest pê kir. Onder di axaftina xwe de behsa girîngiya konferansê û rola wê di pêşvebirin û bihêzkirina pêvajoya çareserî û aştiyê li Tirkiyê kir û wiha got: “Ji ber ku komara Tirkiyê bi serkutkirina avakerên xwe bû sîstemek paşverû lewma lidarxistina konferansê li Enqereyê watedar e.”
Sirri Sureya Onder destnîşan kir ku herçiqas aştî di rêka muzakere û vekişînê de bê dîtin jî lê di rastiyê de aştî dualî ye û li navbera dewlet û welatiyan de pêk tê û divê li vî welatî de wekhevî û demokrasî pêk were da ku herkes bikare di aştiyê de bijî û wiha anî ziman: “Gelê kurd û dostên wî gelî hertim nîşan dane ku qedera wan ji gelên din ên rojhilata navîn û cîhanê ne cihê ye û ev yek di xebat û têkoşîna xwe de nîşanî dewlet û cîhanê dane. ”
Onder helwesta kesên ku li dijî pêvajoyê ne jî rexne kir û wiha got: “Yên ku li dijî aştiyê derdikevin û vekişîna gerîla û derbasbûna wan ji sînor tehemul nakin her wiha yên ku derdikevin nav cadeyan û vê yekê protesto dikin, qet îradeya vî gelî nas nekirine û nizanin ev gelê han ji bo çi têkoşînê dide.”
Piştî axaftina Onder, dîwana konferansê hat hilbijartin.
Konferans dê 2 rojan bidome.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan beriya niha pêşniyar kiribû ku ji bo pêşxistina pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê, 4 konferansên aştî û çareseriyê li Enqere, Hewlêr, Amed û Ewrûpa bê sazkirin.


Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse