ROJEVA RAGIHANDINÊ - Hikûmeta bi mîsyon...

HURRIYET

 

Kombûna yekem li Serayê ye...

 

Kabîneya nû ya Bînalî Yildirim kombûna xwe ya pêşî li Serayê di bin serpereştiya Erdogan de pêk tîne.

 

SABAH

 

Hikûmeta bi mîsyon...

 

Hikûmeta nû, yekemîn karê wê dê vê pingara li ber sîstema xitimî der bike. Li ser esasê sîstema serokatiyê dê dest bi karê sazkirina destûra bingehîn bike.

 

-Erdogan, eger Yekîtiya Awrûpa heta dawiya meha hezîranê vîzaya li ser welatiyên Tirk raneke, emê jî yasaya li ser rêkeftina Veger û Veguhastina Penaberan ji meclisê derbas nekin û dê pesend nebe.

 

STAR

 

An mutabaqat an an sindirûk...

 

Bînali Yildirim di axaftina yekem ya ji bo kabîneya xwe de eşkere axivî. Serokkomarê me bi 21.5 milyon dengan xwedî berpirsyarike mezin e li hember gelê xwe. Ji bo vê berpirsyariyê pêk bîne divê pêşiya şûvên pingarî yên di nav destûrê de zû bi zû bên vekirin û kar bimeşe. Serokatî karê me yê esasî ye. Partiyên muxalif eger guh nedin me em zanin emê çi bikin, hizra me zelal e.

 

- Erdogan ji bo ew navên ku ji derveyî kabîneyê man got, her yek ji wan wê di qadên din de berdewam bin ji bo xebatê, lê divê ji bîr nekin ku karê me yê esasî doz û dawa me ye.

 

HABER TURK

 

Kabîneya hevsengiyê....

 

Hikûmeta nû di nav 40 saetan de ava bû, 13 wezîrên berê di ciyê xwe de man, ciyê 4 wezîran guherî, 6 wezîrên nû hetin ser kar û civîna yekem îro di bin serpereştiya Serokkomar Erdogan de pêk tê.

 

- Dadweriya Bilind der barê kongreya MHP de biryara xwe da ku divê kongre pêk were Baxçelî jî got an 26ê Hezîranê an 10ê Temmûzê dê pêk were.

 

MILLIYET

 

Hikûmeta nû li ser 4 xalan radiweste...

 

Destûra nû û sîstema serokatiyê/ têkoşına li dij terorê/ têkoşîna li dij hêza paralel/ xwşrtkirina aboriyê.

 

- Li Nisêbînê 26 PKkyî teslîm bûn.

 

- Operasyona rizgarkirina Reqayê dest pê kir.

 

VATAN

 

Plana xayîn têk çû...

 

Di operasyonên dij bi PKKê de yên hatin girtin li xwe mukir hatin û hemû komgehên ku PKK li bajarên mezin wek Anqara û Stembolê tê de çek û teqemenî kom kiribûn aşkere bûn. PKK di nav 4 salan de li nav 9 bajaran tonek teqemenî bi cî kiriye.

 

- Bakûrê Reqayê di destê YPGê de ye. Serfermandeyê leşkerî yê Amerîka Joseph Votel hê duh li Anqara bû ji bo hevdîtinên li ser operasyona Reqayê, di wê navê de hêzên hevpeymaniyê dest bi bombarana bi ser Reqa de kirin û YPG ji bakûr de kete nav Reqayê.

 

TARAF

 

Bombaya Akdogan...

 

Hikûmeta 65mîn ava bû, lê di nav kanbîneyê de Yalçin Akdogan cî negirt ku demekê yek ji navên nêzîktirîn bû li rex Erdogan.

 

CUMHURIYET

 

Kabîneya Serayê...

 

- Kamyonên MÎTê êdî azad in. Duh Fermandeya Leşkerî û rêveberiya asayîşê û MÎT pêk ve mewzûata birin û anîna mal û barên giran yên bi kamyonan guherandin. Li gor rêkûpêkiya nû ev kamyon ne mecbûr in li ser malê ku bar dikin reşmala naveroka barê xwe nivîskî hilgirin li cem xwe.  Di çûnûhata derve de kamyon dê barê xwe eşkere nekin. Bêy guherandineke yasayî niha MîT bixwaze dikare  bê kêşe çek û teqemenî ji derekê bar bike dereke din.

 

 

BÎRGUN

 

Kabîneya monarşiyê..

Hikûmeta nû ne ji alî serokwezîr lê ji alî "Yek kes"î ve hate damezirandin. "Rejîma Komarî" ku her diçe bi destê AKPê derba dixwe û lawaz dibe li gel hikûmeta dawî jî ku dê hemû hewla xwe bide ser pêkanîna sîstema serokatiyê, yekcar berev monarşiyeke paşverû diçe.

 

- Ji HDPê Fîgen Yuksekdag, emê roja pênşemê serî li dadgeha destûrî bidin ji bo biryara parêzbendiyan. Eger 110 parlamanterên bi xîret li pişt me rawestin çik û rast, emê bikaribin vê derba paşverû têk bibin û dê navê wan jî li dîrokeke bi rûmet tomar bibe.