Tuncer Bakirhan û Ozgur Ozel li Parlamentoya Tirkiyeyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara betalkirina kongreya CHPyê, şandeyek bi serokatiya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi Ozgur Ozel re civiya.

Ozgur Ozel bi biryara dadgehê ji Serokatiya Giştî ya CHPyê hatibû dûrxistin.

Di şandeya DEM Partiyê de ji bilî Tuncer Bakirhan gelek kesên din jî cih girt.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Wekîlê Serokê Komê Sezai Temellî û Alîkarê Hevserokan ê Berpirsê Birêvebiriyên Xwecihî Mehmet Ruştu Tiryakî jî di civînê de amade bûn.

Tê çaverêkirin ku piştî civînê her du alî daxuyaniyeke hevpar bidin çapemeniyê.

Navenda Giştî ya CHPyê bi midaxeleya polîsan hatibû valakirin

Dadgehê derbarê Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPyê de biryara "betalkirinê" dabû.

Piştî vê biryarê Serokê Giştî yê berê Kemal Kiliçdaroglu wekî "tedbîr" vegeriya ser peywira xwe.

Her wiha avahiya partiyê doh bi midaxeleya polîsan hatibû valakirin.

Li ser vê yekê Ozgur Ozelî daxuyaniyek da.

Ozelî ragihand ku odeya wî ya kar êdî dê li parlamentoyê be û ew dê bi nasnavê Wekîlê Serokê Koma CHPyê karê xwe bike.

Her wiha wî Parlamentoya Tirkiyeyê wekî "navenda giştî ya nû" ya partiyê îlan kir.

Serdana Tuncer Bakirhan, yekser piştî vê daxuyaniya Ozelî pêk hat.