Li Tirkiyê di hefteyekê de 1831 koçber hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di heyama hefteyekê de li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 192 koçberên neyasayî hatin girtin û ji wan 1831 koçber hatin dersînorkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar ku bi “koçberiya neyasayî” re têkoşîn bê navber berdewam dike.

Yerlîkaya got: “Heta 22yê Hezîranê 46 hezar û 633 koçberên bêdestûr hatin dersînorkirin, kar û barên dersînorkirina 17 hezar û 964 biyaniyan dewam dike, di navbera 16-22yê Hezîranê da li tevahiya welat 3 hezar û 192 koçberên neyasayî hatin girtin, 1831 koçberên bêdestûr hatin dersînorkirin.”

Piştî hilbijartinên Tirkiyê guvaşa li ser koçberan zêde bûye. Hejmara koçberên tên desteserkirin û herwiha hejmara koçberên ku ji Tirkiyê tên dersînorkirin, bi awayekî berçav zêde bûye.