STENBOL - Şer rawestiya, Îraniyên asêmayî vedigerin
Stenbol (Rûdaw) - Îraniyên li Stenbolê ji destpêkirina şer û pevçûnên Îsraîl û Îranê ve bi otobusan berê xwe didin welatê xwe û ev yek heta niha jî didome.
Piraniya Îraniyên ku vedigerin geştyar in lê hinek ji wan li Stenbolê niştecih in, hinek ji wan jî ji welatên Ewropa û Kanadayê hatine û ji ber betalkirina geştên asmanî ji neçarî bi rêya bejayî diçin welatê xwe.
Şer û pevçûnên Îsraîl û Îranê bandora xwe didin ser şirketên Îranê yên li Tirkiyeyê jî.
Lê nehatina geştyarên Îranî û vegera wan a ji ber şer, bandorê dide ser kompanyayên geştyarî û emlakfiroşiyê yên Îraniyan.
Her wiha ev rewş bandorê li xwaringeh, kafe û otelên li Stenbolê jî dike.
Esnaf didin zanîn ku karê wan ji ber sedema şer bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Îraniyên ku li Tirkiyeyê dijîn û dixebitin, hêvîdar in ku agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de mayînde be da ku ew jiyana xwe bi awayekî asayî bidomînin.
Rojên destpêka şerê Îran û Îsraîlê rojane ji Stenbolê 10-15 otobus radibûn lê niha heta bi 4-5 otobusan daketiye.
“Çi biqewime jî ez dê biçim”
Şehrzada welatiya Îranê ye lê li Kanadayê dijî ji Rûdawê re got:
“Ez ji Kanadayê, ji bajarê Vancouverê hatim. Çend rojan li Stenbolê rawestiyam ku pişt re biçim Îranê da dayika xwe bibînim.
Lê tam piştî hatina min bi du rojan şer derket, ji ber vê yekê mecbûr mam bimînim.
Lê dîsa jî ez ev qas rê hatim ku dayika xwe bibînim, her çi biqewime jî ez dê biçim.”
“Înşala dê agirbest berdewam bike”
Geştyarê Îranî Mihemed jî xwesteka xwe ya ji bo ajotina agirbestê nîşan da û biland:
“Bi rastî plana min ew bû ku ez hefteyeke li vir bimînim lê ev bû du hefte ku ez li vir mame.
Niha em ji neçarî bi rêya bejayî vedigerin. Înşala dê agirbest berdewam bike da em jî êdî bi hêsanî bi balafirê vegerin.
Ji xwe em bi temamî ji bo malbatê vedigerin, naxwe em venedigeriyan.”
Bi awayê fermî, 75 hezar û 477 welatiyên Îranê bi destûra rûniştinê li Tirkiyeyê dijîn.
Her wiha li gorî amarên fermî, salane du mîlyon û nîv turîstên Îranî diçin Tirkiye û Stenbolê.
Li nav bazar û kolanên Stenbolê Farisî bûye zimanekî navmalî û gelek tabelayên dikan û kargehan jî bi Farisî ne.
Ji ber vê potansiyelê gelek kompanya û firmayên Îranê li Tirkiyeyê kar dikin.
“Hemû kar rawestiyane û karker bê kar mane”
Mohsen Kitabulahiyê ku xebatkarekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li şirketeke Îranê dixebite anî zimên:
“Ez 4 sal in li vir kar dikim. Şerê Îsraîl û Îranê bandoreke neyînî dide ser aboriya me jî.
Niha ji ber ku geştyarên Îranî nayên, kompanyayên geştyariyê yên li Stenbolê ji aliyê aborî ve ketine rewşeke dijwar.
Hem şirketên geştyariyê hem jî firmayen ku kargo û bar ji Îranê re dişînin ji vê rewşê zerer dîtiye.
Hemû kar niha rawestiyane û karker bê kar mane. Bi taybetî jî kompanyayên geştyariyê ji aliyê aborî ve pir ketine tengasiyê.”
“Hatina turîstên Îranî gelekî kêm bûye”
Esnafê Stenbolî Mehmet Kiliç jî diyar kir:
“Ji ber şer hatina turîstên Îranî gelekî kêm bûye. Tewr turîstên Ewropî jî kêm bûne.
Beriya 10 rojan ev der qerebalix bû. Dan û standin dikirin, dihatin loqenteyê, digeriyan ji xwe re.”
Beriya şer veberhênan û karkirina karsaz û kompanyayên Îranî li Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav zêde bûbû.
Îsal li Tirkiyeyê di nav şirketên biyanî de, herî zêde şirketên bi şirîkatiya Îranê hatine avakirin.
“Geştyar nikarin werin”
Karsazê Îranî Elîreza Kamyap amaje pê kir ku geştyar nikarin herin Stenbolê û li pey axaftinê çû:
“Li Stenbolê em êdî bi nehatina geştyar û Îraniyan re rastî pirsgirêkên giran tên.
Ji aliyekî ve hiş û dile me bi temamî li ser îranê ye, li ser welat û xaka me ye.
Li aliyê din li vir zor û zextek li ser me heye. Lewra geştyar nikarin werin.
Ji aliyekî ve jî em nikarin bi awayekî rêkûpêk bi malbata xwe re bikevin pêyendiyê. Ev hemû pirsgirêk in.”
Li gorî Yekîtiya Borsa û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) di heyama Kanûna Paşîn û Gulana 2025an de li Tirkiyeyê 2 hezar û 517 kompanyayên bi sermiyana biyanî hatine damezirandin ku 96 ji wan bi şirîkatiya Îranê ne.
Ji loma jî Îraniyên ku li Tirkiyeyê dijîn û dixebitin, hêvîdar in ku agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de mayînde be da ew karibin bi awayekî asayî dîsa jiyana xwe bidomînin.