Li Edîrneyê qeza: 5 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Uzunkopruyê ya parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyê di qezaya trafîkê de 5 kes mirn.

Qeza îro li nêzîkî gundê Yenîkoyê yê navçeya Uzunkopruya Edîrneyê çêbû.

Li gorî zanyariyan otomobîleke ku navê şofêrê wê hîn nehatiye zanîn ji rê derket û wergeriya.

Di qezaya trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da ku 2 ji wan zarok bûn,

Her wiha kesek jî birîndar bû.

Li ser agahdar kirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û kesê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Uzunkoruyê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên her 5 kesên ku di qezayê de mirine jî birin morga nexweşxaneyê.

Parêzgarê Edîrneyê Yunus Sezer, Qeymiqamê navçeyê Onur Kokçu li gel hinek berpirsên din ên bajar jî çûn cihê qezayê.