Tirkiye: Du operasyon li dijî plankarên êrişa Hewlêrê hatin pêkanîn
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Tirkiyê du operasyon li dijî grûpa ku plana êrişa Hewlêrê danîne kir.
Li gor medyaya Tirkiyê MÎT û hêzên artêşa Tirkiyê di 18 û 24ê Tîrmehê de li Duhok û herêma Batifa du operasyonên hevbeş li dijî gerîlayên PKKê pêkanîne ku bi gotina wan tekîliya wê grûpa bi êrişa Hewlêrê re heye.
Wezreta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku 2 gerîlayên pile bilind ên PKKê di ecama wan operasyonan de canê xwe ji dest dane.
Derbarê bûyerê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.
Roja 17ê vê mehê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li xwaringeha HuQQabaz bûyereke teqekirinê çêbû, ku di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe des ji dest dan.
Roja 20ê vê mehê jî hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê, girtina teqekerê sereke yê bûyerê yê bi navê Mazlum Dag ragihandin.
Piştî çend saetan, di heman rojê de hêzên Asayişa Kurdistanê, girtina hevkarekî Mazlum Dag ê bi navê Muhemed Bîsiksiz ku bi navên Dijwar, Mamend û Yûsif jî tê naskirin, ragihandin.